Vîdeo

Rolê Nêçîrvan Barzanî rêya serkeftina miletekî de….

Em dibînin ku, hewldan, nêrîn û gotarên serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo ewlehiya herêmê û deverê , ji bo pêwendiyên Kurdistanê li gel welatên cîran û herweha ji bo parastina xaka Kurdistana azad bûye babetek bingehîn ku , ji bo aştiya Rojhilata Navîn rolekî mezin dileyze.

Serok Nêçîrvan Barzanî panelên ku beşdar dibe de, gelek bi zelalî behsa rewşa Kurdistanê di aliye siyasî û civakî de dike û behsa pêwendiyên navbera Bexda û Hewlêr de bi zimanek biryardar dike û dibêje: Li Iraqê mirov dikare behsa her awayeka îdarê bike, tene mirov nikare beje Iraq Federaliye, ji ber ku ew wek desthilatek nawendiya bi hêz tevdigerin û destura heyî praktîze nakin.

Gelek caran Serokê HerêmaKurdistanê, bala berpirsên dewleta Iraqê di vê babeta bingehîn de kişandiye.

Herweha ji bo yekdengiya Kurdan, ji bo damezirandina hukumeta Kurdistanê ya nû û ji bo pêwendiyên navbera hêzên siyasî li Kurdistanê gelek vekirî diaxêve û bi hêviyek mezin behsa pêşeroja Kurdistanê dike.

Nêçîrvan Barzanî Ji bo ku Kurd bi yekdengî herin Bexdayê û li wê dere mafên rewa yên qanûnî yê Kurdistanê praktîze bikin hemî cureyê hewldana dike. Tolerans û pêwendiyên Nêçîrvan dihêle ku Kurd bere xwe bidin yekitiyekî.

Serok Nêçîrvan Barzanî giringiyek mezin dide, pêvajoya ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê destpêkirî û vekirî dixwaze ku, ev firsenda dîrokî ji dest neye danîn.

Herweha Barzanî li ser rojavayê Kurdistanê jî ji bo misogerkirina mafîn miletê kurd gelek bi çalaki û bi dîplomasiyek akilane tevdigere.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi kurtasî dibêje:

Back to top button