CivakFlaş

Li malatyayê Erdhej..

Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Karesat û Awarteyan (AFAD), erdhejek bi şîdeta 5 pileyî ku navenda wê li Battalgaziyê Malatyayê bû, di saet 06:20an de hatiye tomarkirin.

Te diyarkirin ku erdhej di kûrahiya 15.59 kîlometreyan de çêbûye.


Hat hînbûn ku heta niha ji erdhejê ti encamên neyînî çênebûne. Tîman dest bi lêkolînên deverê kirine da ku diyar bikin ka erdhejê ti encamên neyînî çêkiriye an na.

Parêzgarê Meletiyê Seddar Yavuz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku tîman dest bi lêkolînên meydanî kirine û heta niha tu encam an raporên neyînî nehatine wergirtin.

Back to top button