
Loma gazî û hawara min ew e ku divê em hin rexnegirên ”gunikreş” peyde bikin da ku tevgera bakurê Kurdistanê ji ez û ez ê xelas bibe û êdî divê herkes hesabê xwe bikin ku dê tu şaşî bê rexne nemînin.

Bûbê Eser
Madem ku piraniya siyasetmedar û welatparêzên Kurd dizanin û fêm kirine ku dewlet û pkk naxwazin muxalefeteke kurdistanî pêk bê. Gelo çima em ew kesên pkk rexne dikin,ji dêlva em bibin yek, dest bidin hev, dinerin û dibînin her ku dihare partiyên heyî qels û lawaz dibin.
Her ji çendakî hin kesayetiyên bi salan xebat di nava partiyeke Kurdistanî de kirine, kedên mezin danê, lê demeke tê bê ku ji hev cûdahiyeke fikrî û siyasî hebe, ji hev diqetin, bi hev dikevin, dest bi nivîsandin û gotina kêmanî û şaşiyên hev dikin.
Gelo van canik û camêrana dema bi hevre kar dikirin, bi hev bawer bûn û bi serê hev sond dixwarin, ev rewşa niha ku tînin zimên û rexneyên dikin, ma wê demê jî ev nedidîtin?
Hema çawa bû ku roja rêya wan ji hev cûda dibe, hevdu tomarbar dikin ku bê ya star. Ez weke rewşenbîrekî gelê xwe êdî ji vê rewşa ji siyasetmedarên kurd acizim. Dema ku vê aciziya xwe bi çend rêzan tînim zimên jî gelek canik û camêr ji min dixweyidin.
Dibêjin:”Karê Bûbê tenê rexnekirina kes û partiyên kurdistanî ye”. Ev ne gotineke rast e. Ji ber ku rexne pêşketin û serketin e. Cihê rexne lê tune be li wir pêşketin jî çê nabe. Ji ber vê ye ku ev serê 30-50 salan e ku di nava tevgera bakurê Kurdistanê de pêşketin nabe û nebûye.
Ji bilî pêşketinê her ku dihare partî û rêxistinên me yên kurdistanî qels û lawaz dibin. Behsa yekitiyan dikin ew bi xwe partiya bi salan ked danê perçe dikin. Kes û kesayetiyên perçebûna çê bikin gelo dikarin yekitiyan pêk bînin? Ez bi xwe ne bawerim.
Dema ku ez jî wan kêmanî, ne li hevkirin û neyekrêziya nava mala kurd tînim zimên, helbet wê hin biêşin. Wanên diêşin jî rehetiya xwe di gotina: ”Karê Bûbê tenê rexnekirin e” de dibînin.
Helbet ev gotin ya xwediyê xwe yê ku naxwaze yekitî û yekrêziya nava mala kurd pêk bê û ew bi xwe jî di nava siyaseta Kurdistanî(!) de ye, lê em nebûne şahidê kar û xebatên wî/ê yên berbi çav.
Carekê li demên berî sala1980 binerin ku bê xwendin, rexne û li xwe rexnekirin çawa di nava welatparêz û şoreşgerên kurdan de geş bû. Bi saya wê bû ku tevgerên bakurê Kurdistanê jî roj bi roj xurtir dibûn. Lê îro…
Dema kar û xebat jî nebe, mirov ji hev aciz dibe. Roj tê ew kes û kesayetiyên hêja, kurdperwer, xebatkar û çalakvan bi hev dikevin. Her weha hevdu bi gunehkariyên mezin suçdar dikin. Tu kes û kesayetî kêmanî û şaşiyên xwe nabêjin û nabînin. Ma ev bi serê xwe ne ecêb e???
Nabêjin ji ber ku em kurd fêrî tenê kêmaniyên dijberê xwe rexne bikin, bûne. Gelo we heta niha tu serok, rêber û çalakvanekî kurdistanî ku kumê xwe danîbe ber ber xwe, rûniştiye û xwe tahlîl kirîye, kêmanî û şaşiyên xwe dîtine? ji ber wan ji gelê xwe lêborîn xwestin e? Min bi xwe nedîtî ye.
Di çanda siyaseta bakurê Kurdistanê de piştî darbeya sala1980 bi saya pkk rexne û li xwe rexnekirin jî ji nava siyaseta bakurê Kurdistanê rabû ye. Cihê ku rexne lê tune be helbet wê xwebixudandin (pesinandin) şelafî û derewkar li pêş bin.
Divê em çi bikin?
Li gor baweriya min divê çend kesên din jî weke Bûbê Eser peyde bibin û karê wan tenha bibe rewxnekirinên çêker. Divê wan kesana bi wêrekî li gor berjewendiya gelê xwe, bikaribin serok û rêberan, nivîskar û hunermendan bi rehetî rexne bikin.
Bi peydekirina çend kesên weha hûn bawer bikin wê siyaset û xebatên siyasî bikeve ser rê û xeta neteweyî ku êdî em ji hev bawer bin û ji hevdu hez bikin. Ji bona pêşketinê em ê bi rehetî hevdu guhdarî bikin, rexneyên çêker ji bona xwe bikin rehber.
Heta ku karekî weha û çend rexnegirên wêrek, bê ku berjewendiyên xwe bifikirin dernekevin wê rewşa partî û siyasetmedarên me jî dê her weke xwe bimîne. Ev nepêşketin û neserketin e. Loma gazî û hawara min ew e ku divê em hin rexnegirên ”gunikreş” peyde bikin da ku tevgera bakurê Kurdistanê ji ez û ez ê xelas bibe û êdî divê herkes hesabê xwe bikin ku dê tu şaşî bê rexne nemînin.
Heta ku şaşî û kêmanî neyên gotin û nivîsîn, heta ku rexne û li xwe rexnekirin bi awayekî berfireh xwe di nava tevgera bakurê Kurdistanê de bi cih neke, wê halê me jî her weha be.
Em ê ji hev biqetin. Hevalên xwe yên berê sûcdar bikin. Nebiserketina kar hemî bixin hustiyê hevalên xwe yên ku bi salan me li gel hev kar kiribûn. Û wê demek bê ew kesên tûj ku ji partiyên xwe veqetiyan, wê hemî li malên xwe rûnên û destên xwe ji siyaseta rêxistinê ya Kurdistanê bişon. Lê wê ji bîr bikin ku bê rêxistinî tu welat azad nabe…
Ne ku ez vê dibêjin. Li pratîka siyaseta rêxistinî ya bakurê Kurdistanê binerin hûnê ji min baştir vê fêm bikin. Hûnê fêm bikin ku siyaseta bakurê Kurdistanê maye li ser pişta hevtêsaliyan ew jî çiqasî dikarin kar bikin em hemî dizanin.
Dema ku ez van rastiyan dibêjim û dinivîsînim nayê hesabê hin xuşk û braderên hêja, loma dibêjin: ”Bûbê tenha rexne dike”. Na xuşk û brano, hûn şaş in. Ez hevtê sê nivîsan ji bona malperan dinivîsînim û hemî ne rexne ne . Min heta niha 14 berhem bi kurdî nivîsîne û dane weşandin. Lê ev nayê dîtin. Çima? Ji ber ku nayê hesabê hinên ku zingarî bûne, lê xwe weke zêr pêşkêşî piyasê dikin.
Heger ez jî weke gelek kesayetiyên siyasî bêjim: ”Tabî îmam elahûekber”, piranî wê bêjin Bûbê mirovekî hêja û qenc e. Lê ez qenciyeke weha naxwazim… Dîroka min, kar û xebatên min, girtin û di zîndana Diyarberê de mayîna min, helwest û kiryarên min jî diyar û zelal e. Tenha ji bona ez we rexne dikim, loma hûn berhemên min nakirin naxwînin, spas nakin ku Bûbê ji 16 saliya xwe de heta niha ku 71 salî me, min rojekê jî ji bona xebata welatê şêrîn gav bi paşde neavêtiye û navêjim. Tiştên ji min hatiye kirî ye û dikim. Lê wê rexneyên min jî kêm nebin. Mirov carna xwedî ûjdan jî ber wê baş b


