FlaşNivîsar

80 Saliya PDK: Di Navbera Mîrateya Dîrokî û Pêwîstiya Nûbûnê De

Ji bo parastina mîrateya Mistefa Barzanî û misogerkirina pêşeroja Herêma Kurdistanê, giring e ku kêmasî werin dîtin û rexneyên erênî û avaker werin pêşkêşkirin.

Dara Bilek

Piraniya minasbetên salvegera bûyerên dîrokî, bîranîna damezirandina partiyên siyasî de behsa dîroka wan tê kirin. Taybetî salvegera partiyên siyasî de gerek roja ku mirov tê de dijî jî bi berfiehî berçavre derbas bike. Ji ber ku dîrok gelek qonaxên cudare derbas dibe, her qonaxek xwedîyê taybetmendiyên cudane û hinek qonaxan de desthilatdariya partiyên siyasî têne guhertin, her hinek tên hinek diçin. Ev yek di xwezayiya partiyan û jiyana siyasî de heye.

Dîroka Partiya Demokrata Kurdistanê bi dîroka tekoşîna azadiya milet û welatekî ve hatiye girêdan. Ji bo vê gerek ev dîrok baş bê zanin , da ku mirov behtir pêşiya xwe bibîne. Gerek kadroyên nû vê dîrokê baş bizanin da ku li giraniya barê li ser milên xwe bihesin.

Netegihandinek girîng ewe ku, hinek caran hinek kadroyên partiyan paş xwe nanêrin û tenê li pêşiya xwe dinêrin, ji wan weye ku her tişt bi wan destpêkiriye, belkî ev yek ji bo tevgerekî aloziya herî mezin peyda dike û dibe asteng pêşiya têgihandina kadroyên nû de.

Di 16ê Tebaxa 2026ê de, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 80 saliya damezrandina xwe pîroz dike. Ev 80 dehsal, di dîroka tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurd de, serdemeke tejî têkoşîn, qurbanîdan û destkeftiyên dîrokî ne. Di bin serokatiya nemir Mela Mistefa Barzanî de, PDKê karîbû bibe nasnameyek ji bo berxwedana neteweyî û bingeha gelek mafên ku îro Kurd li Başûrê Kurdistanê bi dest xistine, ava bike.

Lê belê, wekî her tevgerek an partiyeke siyasî ya ku ewqas tevger kiriye, şoreşek netewî li darxistî û bûyî hêviya pêkanîna xeyala neteweyekî û piştî pêvajoyek dijwar û tekoşînek bê hempa kariye heta radeyekî bigihê armanca xwe. PDK bi salane li başûrê Kurdistanê xwedî desthilate,lê ji avakirina Kurdistanê, parastina statûya ku îro heyî bervebirêna vê statûyê heta serxwebûnekî hej li pêşiya Partiyê disekine. Bêguman dema behsa PDKê tê kirin wek her tiştekî  gerek bi awayek cuda û li gora qonaxên têre derbas dibe bête nirxandin.

Piştî destxistina statûya başûrê Kurdistanê, pêwîstiya PDKê bi xwenûkirin û nirxandineke taybet  heye. Ji bo parastina mîrateya Mistefa Barzanî û misogerkirina pêşeroja Herêma Kurdistanê, giring e ku kêmasî werin dîtin û rexneyên erênî û avaker werin pêşkêşkirin.

Ji bo zîndî mayîn û pêşvetir çûyînê, pêwistî li nirxandinek li ser destkeftî, kêmasî û rexneyên erênî heye.

Çend xalên girîng hene ku, gerek behsê bê kirin. PDK di pêvajoya xebat û tekoşîna xwe de karî nasnameya netewî ya Kurdan biparêze.Şoreşa Îlonê ya bi pêşengiya Barzanîyê Nemir, vîna gelê Kurd li beramberî rejîmên dîktator ên Iraqê zindî kir û nasnameya Kurdî ji helandinê parast.

Xebatên dûvdirêj ên PDKê bû sedema avakirina Herêma Kurdistanê wekî qewareyeke destûrî û federal. Destxistina vê qewarê hêviyên Kurdan ji nûve şîn kir û kurd hêdî ji federaliyê dixwazin ber bi konfederalî û heta ber bi serxwebûnê ve herin.

Li Kurdistanê, di warê binesazî, geşedan û dîplomasiya navneteweyî de gavên girîng hatine avêtin.

Ji bo ku PDK di 80 saliya xwe de bikaribe bersiva daxwazên nifşê nû bide û desthilateke baştir ava bike, ev xalên jêrîn derdikevin pêş.

 Derbasbûna ji “Hizbayetî” ber bi “Sazîbûnê” ve pêwistiyek e.

Mîrateya şoreşgerî girîng e, lê desthilatdariya nûjen pêwîstî bi saziyên neteweyî û bêalî heye. Divê PDK hewl bide ku hêzên pêşmerge, ewlehî û saziyên hikûmî ji destwerdana partiyatî derxe û wan bike saziyên niştimanî yên rasteqîn.

Pêwîst e PDK pêşengiyê bike ji bo cihêrengkirina aboriyê (çandinî, tûrîzm, pîşesazî) û pergaleke zelal ji bo dahatên navxweyî û sînoran ava bike da ku baweriya welatiyan bi hikûmetê zêde bibe.

Di hinek deman de, girtina rojnamevan! an aktîvîstan li herêma Kurdistanê dibe sedemê rexneyên rêxistinên navneteweyî. Gerek li ser vê gelekî bê sekinandin, rastiya rû dide ji cihanê re bi awayek şefaf bê zelalkirin. Her çikas mirov dizanê ku gelek pravakasyon jî di vî warî de hene, gerek Partî gelekî hişyarbe û rê li ber van pravaksyona bigre.

Di civakeke azad û pêşketî bi rexneyê mezin dibe. Divê PDK qada azadiya ramanê berfirehtir bike û rê bide ku medya û civaka sivîl wekî çavdêrekî serbixwe kar bikin. Ev yek ne qelsbûna desthilatê, lê belê nîşana hêz û baweriyê ye.

Îro gelek ciwanên Kurd ji bo sedemên cuda, cîhnebûna  hêviyên wan berê xwe didin welatên Ewropayê.

Divê guhdaneke taybet ji bo ciwanan hebe. Sîstema perwerdeyê, wekheviya di derfetên kar de dikare nifşê nû li welatê xwe bihêle.

Yekrêziya Navxweyî ya Kurdistanê

Aloziyên ligel Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û partiyên din, pêgeha Kurdan li Bexda û qada navneteweyî qels dike.

Wekî partiya herî mezin, berpirsiyariya sereke ya yekrêziyê dikeve ser milê PDKê. Pêwîst e nêzîkbûnek nermtir û stratejiyeke yekgirtî ji bo parastina destkeftiyên Herêma Kurdistanê bê meşandin.

Di encamê de, mîrateya Mistefa Barzanî mîrateyeke neteweyî ye ku bi qurbaniyên mezin hatiye avakirin. Lê serkeftina PDKê di paşerojê de, dê ne tenê bi bîranîna dîroka wê ya zêrîn, lê belê bi şiyana wê ya ji bo dîtina kêmasiyên xwe, qebûlkirina rexneyan û encamdana reformên rasteqîn ve girêdayî be.

Qonaxa ku em têre derbas dibin, tenê qewara başûrê Kurdistanê wek destkeftiyeka bingehîn û hêviya mezin a gelên Kurdistanêye. Bi vê yekê ve girêdayî tenê PDK wek hêviya dewletbûna Kurdan maye.

Rêbaza Barzanî ji bo serkeftinê demanek e. Ege li ser vê rêbaza pîroz kar û xebat bê kirin dê PDK bikaribe di welatek serbixwe de jiyanek azad ji bo gelên Kurdistanê biafrîne..

Bi vê hêviyê 80 saliya PDK pîroz be…

16.08.2026

Back to top button