
Mehmûd Berxwedan ragihand ku di pêngava entegrasyona Artêşa Ereban a Sûriyeyê de ji sedî 99ê astengan hatine derbaskirin.
Berpirsê Kobaniyê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mehmûd Berxwedan got ku nêzîkî 10 hezar şervanên wan derbasî nav Artêşa Ereban a Sûriyeyê bûne û di nav çend rojan de ew dê HSD û YPGyê fesix bikin.
Mehmûd Berxwedan li ser pêvajoya nû ya çareseriyê pesnê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî da û got:
“Serokkomar Erdogan û serokê MHPyê Bahçelî rîskên mezin girtin ser xwe û pêngava hezar salî avêt.
Ev pêngav dê li Sûriye, Îraq û Îranê bandoreke mezin bike. Ew wekî dewletmedarên mezin ketin dîrokê.”
“Em HSD û YPGyê fesix dikin”
Mehmûd Berxwedan bi Rojnameya Turkiyeyê re axivî û da zanîn ku li gel Şamê di mijara entegrasyonê de ti astengî nemane û anî ziman:
“Em dê di nav çend rojên pêş de fesixkirina YPG û HSDyê ji raya giştî re eşkere bikin.
Sîstema Rêveberiya Xweser jî dê bi dawî bibe.
Me çekên xwe bin ax kirin. Daxwaza me ya avakirina dewleteke cuda nîne.”
“Êdî veger nîne”
Berxwedan destnîşan kir ku ew dê li ser bingeha “yek artêş, yek dewlet, yek ala û welatekî hevpar”, mil bidin hev û Sûriyeyeke nû ava bikin.
Wî her wiha da zanîn ku yekbûna leşkerî di warê teorîk de bi dawî bûye lê rewşa YPJyê û şervanên YPGyê yên xwedî nasnameya Tirkiyeyê hîn di nav mijarên tam neçareserkirî de ne.
Tevî vê yekê jî wî anî ziman ku pêvajo gihîştiye asteke veneger û got:
“Ji aliyê me ve êdî vegera ji vê qonaxê nîne.
Di vê çarçoveyê de me çekên xwe bin ax kirin.
Ji niha û pê ve, wekî parçeyek û hêmayeke bingehîn a Sûriyeyê, em dê di nava yekîtî û bihevrebûnê de hebûna xwe bidomînin.”
Berxwedan her wiha diyar kir ku li gel yekbûna leşkerî, pêvajoya radestkirina saziyên giştî û bîrên petrolê ya ji bo birêvebiriya Şamê jî li ber qedandinê ye.
“Daxwaza me ya dewleteke cuda nîne”
Berxwedan eşkere kir ku daxwazeke wan a ji bo avakirina dewleteke Kurdan li Sûriyeyê nîne û got:
“Daxwaza me ji bo dewleteke serbixwe yan jî Kurdistanekê nîne.
Ji xwe me qet negotiye em dê li Sûriyeyê dewleteke cuda ava bikin.
Gotina, dê Kobanî bibe dewleteke serbixwe, dînîtî û dûrî aqilan e.”
Wî tekez kir ku divê Sûriyeya nû li ser bingeha nirxên hevpar were avakirin û xwest ku birêvebiriya Şamê jî destûreke nû amade bike ku mafên pêkhateyên cuda yên etnîkî û olî mîsoger bike.
“10-12 hezar şervan tevlî artêşê bûn”
Berxwedan agahî li ser hejmara şervanên HSDyê jî dan û got:
“Heta niha 10 hezar şervanên me bi temamî derbasî nav artêşa Sûriyeyê bûne.
Dibe ku ev hejmar bigihêje 12 hezaran jî.”
Li gorî Berxwedan, ew îdiayên ku dibêjin “Hêza HSD-YPGyê digihêje 70-100 hezaran” ji rastiyê dûr in.
Mehmûd Berxwedan da zanîn ku şervanên Ereb ên di nava refên wan de jî bi rêjeyeke zêde ji rêxistinê veqetiyane.
Berxwedan di dawiya daxuyaniyên xwe de destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê ya ku tê meşandin.


