FlaşNivîsar

PWK Yekitî û Endam

PWKê Gotiye: ”Yên dikarin bibin yek bila bibin yek. Yên nikarin bibin yek bila di nava hevkariyan de bin. Yên hevkariyan jî nekin bila dijminatiyê neke”.

Bûbê Eser

Divê em rê û rêbazeke nû li bakurê Kurdistanê vekin da ku em û partiyên me yên siyasî bêtir nêzîkî hev bibin. Rêya vê jî tenha xwedî li hev derketandin û başiyên hev parastinê de ye. Ji xwe damezrandina PWK û helwesta wê jî  li ser vî asasî bû.

Ji bona avakirina hêz, qawet û eniyeke neteweyî, divê berî her tiştê endamên partiyên me yên siyasî nêzîkahiya hev bikin. Karê yekitiyan divê tenê ji serok û rêberên xwe re nehêlin. Loma girîng e ku her endamekî partiyekê jî vê weke erkekî xwe bibîne û li ser vê mijarê kûr û hûr bibe.

Heger bi rastî jî daxwaza me azadî û serxwebûna Kurdistanê ye. Em û hemî partiyên me yên kurdistanî mecbûr in ku li gel hev kar bikin. Divê endamên partiyan hevdu ji nêzîk de nas bikin. Bi hevre bidin û bistînin.

Asas û temelê yekitiyan ne ji serî de, divê ji bingehê de pêk bê ku ew yekitî û yekrêzî domdar be. Loma jî nêzîkahiya endamên partiyên kurdistanî li gel hev û bi hevre danûstendina wan dê karê avakirina sîwaneke neteweyî rehetir bike.

Ji ber ku îro piraniya partiyên me yên siyasî li ser destê çend kesên xwedî pere ku cihên girîng girtine tê meşandin. Loma jî ew naxwazin û heta ji wan bê dê nehêlin yekitiyeke berfireh pêk bê. Ji ber ew ê ne di berjewendiya wan de be.

Ya din jî gelek rêber û serok hene ku naxwazin û nahêlin, ew meqam ji destê wan here. Daxwaza wan tim ew serok û rêber bin. Ji xwe çi hatiye serê me kurdan ji ber gelek serok û rêberên ne hêjayî wî meqamî bûn ku li ser rûniştine.

Em weke endamên rêxistinên partiyên kurdistanê li bakurê Kudistanê fêrî wê yekê nebûne ku başî an qenciyeke ji bilî me jî pêk hatibe an tê, biparêzin. Ev jî bi me dide zanîn ku em di çerçeweyeke deng de siyasetê dikin, loma jî bi ser nakevin.

Dema ku em neteweyî bifikirin û bixwazin ji bona gelê xwe kar û xebatê bikin, divê kî di vî warî de du keviran bide ser hev, pêwîst e em jî ê sisiyan deynin ser da ku armanc û  daxwazên me jî pêk bê. Netewebûn ew e ku tu xebatên hinên din ji bona gelê xwe dikin, biparêze.

Li bakurê Kurdistanê ev çand tune ye. Dema tu endamê partiyekê be, tu nikare pesnê kar û xebatên partiyeke din bide, dema te da, dibê tu bibe ew. Ev yek jî ji çanda kar û xebatên siyasî yên demên fikra sosyalîzmê ku di salên heftê de li pêş bû, tê.

Bala xwe bidinê, di parlemena Tirkan de partiyên ji hev ne razîbin, ne lihev bin, çi dema meseleya kurd û Kurdistanê tê holê dibin yek bê ku cûdabûna nava xwe bifikirin. Di parlemena swêd de jî ev tişt heye. Kar û xebateke ku di berjewendiya miletê wan de be, hemî bi hevre diparêzin, tiştekî li dij berjewendiya miletê wan be jî hemî bi hevre li dij derdikevin. Bê ku nakokiyên nava xwe bifikirin.

Lê di nava me kurdan de ev yek tune ye. Tu endamê partiyekê be tu nikare pesnê hinên din ji ber karê wan yên baş û neteweyî bide. Dema te da jî agir li ser serê me re pê dixin. Li alîkî em dibêjin em neteweyîne, li alîkî jî dema hin pesnê karên neteweyî didin, li dij wan derdikevin û bi tohmeta: ”madem tu pesnê wan dide here nava wan”, mirovan sûçdar dikin.

Li gor vê, dema tu bû endamê partiyekî tu nikare pesnê kar û xebatên hinên din bide. Ev helwesteke teng û ne neteweyî ye. Ev helwest parastina berjewendiyên sexsî û rêxistinî ye.

Ji xwe heta niha çi hatibe serê me ji ber vê helwestê ye ku em nikarin xwedî li hêjahiyên hinên ku bi rastî ji bona gelê xwe kar dikin, derkevin. Bibe ez, nebe ne tu kes. Ji xwe vê nerîn û helwestê nehiştiye partiyên me yên kurdistanî bibin xwediyê xwe û sîwaneke neteweyî.

Madem em kurd in û ji bona berjewendiya gelê xwe kar dikin. Çima em li dij wan kesên ku ne endamê me be û karê baş dikin derdikevin? Başî û qencî ew e ku mirov bikaribe kesên ne hevalê me re an partiya me jî bin, bipesidîne, xwedî li xebatên wan yên neteweyî derkev e.

Weke mînak: Dema Partiya Welatparêzin Kurdistanê (PWK) hate damezrandin, sê xalên girîng danî pêşberî hevalbend û dostên xwe. Çi bûn wana.

”Yên dikarin bibin yek bila bibin yek. Yên nikarin bibin yek bila di nava hevkariyan de bin. Yên hevkariyan jî nekin bila dijminatiyê neke”.

Gelo me weke endamên PWK ev yeka pêk anî ye. Divê berî herkesan em weke endamên PWK van sê xalên zêrîn pêk bînin. Rêya wê jî di xweşbinî û toleransê de derbas dibe. Ew jî hevdu qebûlkirin, pesinandina karên hinên din yên baş û bi rêya xweşbiniya endamên PWK derbas dibe.

Madem ku em weke partî, dibêjin, xwedî li hemî hêjahiyên Kurdistanê derdikevin ku ev gelekî rast e, çima em nikarin pesnê partiyên karên baş dikin jî bidin. Heger em wê bikin, em ê bêtir nêzîkê hev bibin. Gavên yekitî û yekrêziyê jî ji vir de destpê dike.

Piraniya me em pkk an DEMê rexne dikin ku ji bilî xwe kesên din qebûl nakin. Loma girîng e ku PWK ya pêvajoyeke nû di tevgera bakurê Kurdistanê de vekirî ye divê ew bêtir xwedî helwest û tolerans bin ku yên din ji wê û hevalên wê bawer bikin.

Heger em weke endam nikaribin xwedî li rêza xalên xwe yên destnîşankirî bigirin, em ê çawa bikaribin yekitî û yekrêziya mala kurd ava bikin.

Madem em xwedî li hemî tevger, berxwedan û serîhildanên neteweyî derdikevin ku rast e, çima em nikarin tehamula endamekî PWK pesnê xebatên partiyeke din dide derkevin û xwe aciz nekin, gotinên ne li rê li hember rêhevalê xwe bi kar neynin.

Divê em weke endamên PWK vê îspat bikin ku em xwedî li hemî kar û tevgerên kurdistanî derdikevin û ji bona yekitî û yekrêziya mala kurd, em dikarin her fedekariyê bikin. Heger em weke endamên PWK xwedî li nerîn û dîtinên serokê xwe dernekevin, alîkarî û piştgiriya wî nekin, ma gelo ew bi tenê xwe dikare bi serkev e?

Ji ber vê dibêjim: heta em sûjina di çavên xwe de nebînin, dibê em behsa derziya di çavên hinên de ye, nekin. PWK şanseke û hêviyeke ku bi kes û xebatên xwe, bi cahd û wêrekiya serokê wê rêzdar Mustefa Ozçelik ku dikare ji bona yekitî û yekrêziya mala kurda gavên erênî bavêje û fedekariyên bê hempa bike. Îro ev ji me tê xwestin û çavên gelekan jî li me ye. Loma divê em weke endam agahdarî vê bin û gavên partiya xwe yên erênî nekin qurbana berjewendiyên hin sexsan…

Back to top button