FlaşPolîtîk

Serokatiya Herêma Kurdistanê êrşên li ser Kurdistanê şermezar dike

Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir û got ku ew gefek rasterast li ser aramiya welêt in.

Serokatiya Herêma Kurdistanê roja Înê di daxuyaniyekê de got ku hedefgirtina Herêma Kurdistanê û ji nû ve destpêkirina tundûtûjiyê pêşkeftinek xeternak û binpêkirinek eşkere ya serweriya Iraqê ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ev êrîş aramiya welêt tehdît dikin û hewlên aştiyê li herêmê asteng dikin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand û got ku îro sibê çend deverên Herêma Kurdistanê bûne hedefa mûşekan.

Back to top button