Baweriya Nêçîrvan Barzanî naguhere
Ji bilî kesayeta Nêçîrvan Barzanî û jîrbîna diplomatik û hewldanên destxistina mafên millete Kurd di qada navdewletî de, hewldanên ji bo aştiya navxweyî û ji bo destveanîna yekdengiya di nava mala Kurd de cihê şanaziyê ye.
Nêçîrvan Barzanî dibêje; Em hemî bi tigihiştinekî hevbeş bere xwe bidin pêşeroja vî welatî. Bi ruhê yekrêzî û pêkvejiyanê kêşe û pirsgirêkan çareserbikin.
Aştî di hizrên Nêçîrvan Barzanî de baweriyek ku nayê guhertin e. Ew yekrêzî û aştiya navxwe li ser hemî tiştan re digre û hewldanên ji bo pêkanîn û parastina aştiyê, demana pêşeroja vî welatî dizane.
Bê guman her aliyek siyasî girîngiyekî didin berjewendiyên xwe yên rêxistinî û siyasî, lê belê Nêçîrvan Barzanî berjewendiya Kurdistanê li ser her tiştekî re dizane.
Zimanê têgihiştine, rûniştin û hevdîtin gerek ji bo heraliyekî wek ferhengî be.