Civak

Daxûyaniya wezîrê Dadê ji bo `pirsgirêka Kurd`..!

Wezîrê Dadê yê Tirkiye Yilmaz Tunç di kongreyeka jinên AK Partiyê de axavtine kir û beşek axavtina xwe de behsa kurda kir û got:”Eger pirsgirêkeke bi navê ‘Pirsgirêka Kurd’ hebe, ê ku ev pirsgirêk ji holê rakiriye Recep Tayyîp Erdogan e.”

Tunc axavtinek balkêş kir û daxûyakirin ku, eger berê behsa pirsa Kurd bihata kirin jî, lê Erdogan ev pirs ji holê rakiriye.

Tûnç got: Zarokên ku li girtîgehan bi zimanê dayikê nikarina biaxivin. Nikarîbû li dadgehê bi zimanê xwe yê zikmakî parastina xwe bike. Yê ku rê li ber vê yekê vekir hikûmeta AK Partiyê ye. Siyasetmedarek nikariya bi zimanê xwe yê zikmakî propagandaya hilbijartinê bike. “Yê ku rê li ber vê yekê vekir Recep Tayyîp Erdogan e.

Tunç di berdewamiya daxuyaniyên xwe de wiha got: “Televizyona me ya dewletê heye ku bi kurdî weşanê dike. Li zanîngehên me enstîtuyên kurdî hatin avakirin. Dersên hilbijartî hatin zêdekirin. Di warê mafên perwerdeyê de qadeke berfireh hatiye vekirin. Yê ku hemû pirsgirêk ji holê rakir, pirsgirêka Kurd xist dîrokê û polîtîkayên ku hewl didin me hemûyan Tirk, Kurd, Laz, Çerkez bi hev re bihêlin, Recep Tayyîp Erdogan û AK Partiyê ne. Niha tifaqa gel e. “Em hemû aliyan vedixwînin vê yekîtiyê,”

Eger di Tirkiye de wezîrek axavtinek bi vî awayî bike, dixweyê hêja heyina pirsa Kurd nehatiye fam kirin û mixabin Kurdan jê nekariye nasnemeya pirsgirêka xwe li Tirkiye bidin qebûl kirin. Her gavek ji bo pêşxistina zimanê Kurdî ji bo nasnameya Kurdî ji bo pêkanîna mafek rewa yê kurda bê avêtin cihê dilxweşîyê ye. Lê heta li Tirkiye kurd jî wek Tirkan nebin xwedî maf, ev delîlê herî berbiçave ku pirsa Kurd nehatiye çareserkirin. Gerek li irkiye siyasî bi vê bigihin..

Back to top button