Danîna çekan ne bes e, divê sîstem bê guhertin’
Parlementerê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli der barê “pêvajoya çareseriyê ya duyemîn” ya ku nû dest pê kir de wiha got: “Heke hûn doza mafan dikin muxatabê we sîstem e. Divê ew pergal bê guhertin. “Bêyî ku em ji wan bixwazin, bêyî ku em şer bikin, bêyî ku em berdêl bidin, tu kes mafên me nade me.”

Ramanli di derbarê pêvajoyê de li Cemiyeta Rojnamegerên Serbixwe ya Êlihê daxuyaniyek da û got, “Pêvajoya îro ne pêvajoya vegerandina maf û azadiyên bingehîn ên Kurdan e. Pêşniyar çi ye? Banga Bahçelî tenê li ser danîna çekan e. Baş e, eger rêxistin bi tenê çekan deyne dê pirsgirêka kurd çareser bibe? Wê çareser neke, lê bêaktîvkirina çekan wê rê li ber çareseriya pirsgirêka Kurd veke. Çek û tundûtûjî rêyek mirinê ye. “Hûn nikarin bi şîdetê li mafên xwe bigerin,”