FlaşPolîtîk

PKK di “Pêvajoyê” yê de ne yek dîtine..!

Berpirsekî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand, wan hemû hêzên xwe yên çekdar ji nava sînorên Tirkiyeyê vekişandine, lê li hemberî vê yekê hikûmeta Enqereyê pêvajoya “aştiyê” tenê di asta gotinan de hiştiye û ti gaveke pratîkî neavêtiye.

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, Duran Kalkan, ji medya PKKê re da zanin ku, wan ji bo serxistina pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk gelek gavên bingehîn û dîrokî avêtine, lê belê dewleta Tirkiyeyê li beramberî wan gavan bêdeng maye û tenê bi axaftinan sînordar maye.

Kalkan got: “Di salên 2025 û 2026an de me hemû hêzên xwe yên çekdar ji nava sînorên Tirkiyeyê û navçeyên ser sînor vekişandin. Di vê qonaxê de ji aliyê me ve ti metirsiyeke çekdarî li ser ewlehiya Tirkiyeyê nemaye.”

Derbarê şertên berdewamkirina pêvajoyê û bicihanîna biryarên Kongreya 12emîn a PKK’ê de, Kalkan tekez kir ku divê beriya her tiştî azadiya fîzîkî ji bo Abdullah Ocalan bê dabînkirin û zemîna qanûnî û siyasî ji bo tevlîbûna demokratîk a PKK’ê were avakirin.

Kalkan dibêje ku, Desthilatdariya Tirkiyeyê ev pêvajo zêde kiriye qada bazarên siyasî û bi pirsgirêkên navxweyî û berjewendiyên hilbijartinê ve girê daye, ev nêzîkatî jî rê li ber pêşveçûneke rastîn digire.

Kalkan daxwazên bi rengê “bila çek bi temamî bên danîn” wekî daxwazên bêwate bi nav kirin û got: “Hêzeke çekdar nemaye ku metirsiyê çêbike; ev cure daxuyanî tenê ji bo çêkirina fişarê li ser PKK’ê, kuştina demê û derengxistina pêvajoyê tên kirin.”

Dixweyê ji bo “Pêvajo” heyî hinek di nava PKKê de du alî lêdidin. Ji aliyekî ve hertiştekî Ocalan ve girêdidin û ji aliyek din ve nikarin çavkaniya xwe ya îdeolojik li Tirkiye aciz bikin. Hukumeta Tirkiye pêvajoyê weke “Pêvajoya Tirkiye ya Bê Teror” nav dike û qanûnek bi dengên erê yên DEMê jî ji parlementoyê derbas kir. Mercê ku vê qanûnê bêxe pratikî de jî bi zelalî daye kifşkirin û Ocalan jî ev yek qebûl kiriye. Niha jî meydanî gav têne avêtin. Lê ji berî niha daxûyaniya Cemil Bayik û niha jî ya Duran Kalkan dide nîşandan ku hinek alozî di nava PKKê de hene û biryar ne yek deste.

Back to top button