Roja Evîndaran Pîroz bê!
Evîn…? Hem derde hem dermane…
Her rojek ji salê xwedî nirxek taybetiye. Ji her weletekî hinek rojên wan yên bi nirx hene ku ew roj wek rojên netewî kifşkirine û di jiyana welat û miletên wan de rolek taybet diley ze. Milet van rojan li gora adet û tekelîdên xwe pîroz dikin. Rojen olî hene cardin her ol li gora xwe di van rojên taybet de tişta pêwist dikin. Hinek roj hene ku bi naveroka xwe bûne wek rojên cîhanî. Îro 14-ê sibatê ye, ev roj jî li cîhanê weke Roja Evîndaran hatiye destnîşankirin. Di vê rojê de evîndar hev bîrtînin û bi awayekî dilxweşiyê didin hev û herkesek li gora xwe vê rojê bi awayekî pîroz dike.
Evîn, evîndarî tiştek gelek berfirehe. Mimkine ji ber vê berfirehiyê û naveroka wê ya kûr, tu tarîfa evîniyê tunebê, herweha mimkine ku li gor her kesekî tarîfek ya evîniyê bi serê xwe jî hebe. Eger evînî tunebe jiyana mirovatiyê dê tunebûya. Ew e ku, insanan bi rehm dike, pewendiyek taybet di nav insana de payda dike,carna jî dibe sedemê girêdanek ya jiyanê bi gelek nirx û xort . Pêwendiya dayikekî ji zaronkên wêre ji evîniyê tê, hijêkirina insana ji bo hevû din ji evîniyê tê. Evînî pêwendiyek e bi hezaran cureyan di man inasanan de, girêdaneke di nav insan û heywanan de, di nav insan û tebîetê de,heta di nav heywana bi xwe de jî evînî heye.Evînî wek giyanê(rih)insana ye. Kurt û kurmancî evînî girêdana jiyanê bi xwe ye.
Evîndarî piraniya caran di nav du insana de , nav jin û mir de, di nav keç û xurtekî de dibe sedeme avakirina jiyanekî bi hevre û bingehê civatê peyda dike. Ji bo Kurdan jî evîndarî hinek taybetmendiyên xwe hene. Dema mirov li stranên kurdan dinêre piraniya wan li ser evîn û evîndaran hatine gotin. Di lîteratura kurdî de evînî xwedî cihek taybetiyê û her ewe ku rengek yê jiyanê dide lîteratura kurdî. Îro Roja Evîndaran e.
Evîndarî wek bîrek bê binîye, cikas mirov behsê bike têrê nake.Kurtahî carna jî mirov nizanê evîndarî çiye. Her evîndariyek naverokek wê heye. Hinek tişt hene ku mirov nikare bi tu awayî tarîf bike evîndarî jî tiştek welê ye. Ji bo kûrahiya evîndariyê di nav Kurdan de baştir bête famkirin me helbestek yê Şairê Kurdê mezin Feqîyê Teyra hilbijart ku em minasebeta vê roja giranbiha vê roja bi naverok vê roja ku li hinek cihan dilan diçilmîsînê û li hinek cihan dilan geş dike hilbijart. Kerembikin hun û Ey Dilberê tarîfa hemî cureyên evîndariyê xemla helbesta Kurdî.
Bila Roja evîndaran li hemî deverî li herkesê bahayê evîndariyê dizane pîroz be.
EY DILBERÊ
Ey Dîlbera gerden zerî,
Way nazika dêm qemerî,
Qamet ji mûma fenerî,
Wêran ezim, malim xirab.
Ey Dîlbera gerden zuzac,
Way nazika mislî zuzac,
Qamet ji reyhana qirac,
Wêran ezim, malim xirab.
Ey Dîlbera qamet misal,
Way nazika dilî hejar,
Te ji xandinê kirim betal,
Wêran ezim, malim xirab.
Ey Dîlberê, way Dîlberê,
Firyad ji destê keserê,
Avik ji ava Kewserê,
Wêran ezim, malim xirab.
Ey Dîlbera gerden zirav,
Dêm şûşeye, tijî gulav,
Ey duxtera bejna zirav,
Wêran ezim, malim xirab.
Çavan ku hiltînî bi meste,
Ew çend ya misrî bi deste,
Li kuştina min te bi qeste,
Wêran ezim, malim xirab.
Tu bi qesta min dikujî,
Tu bi k’ifra di nosojî,
Gelek sotim kirim rijî,
Wêran ezim, malim xirab.
Gelek sotim, kirim kşibab,
Kirye bi min, sed reng xirab,
Ya leytenî kunrû turab,
Wêran ezim, malim xirab.
Ya leytenî kunrû ve xar,
Wey nazika min te ji dûr,
Bêhiş kirim zilfê di hûr,
Wêran ezim, malim xirab.
Bêhiş kirim zulfê du reş,
Biskê siyah, bîhnê di xweş,
Ey duxterê, çapik bi meş,
Wêran ezim, malim xirab.
Bêk’êf kirim zilfê du reş,
Biskê siyah, zilfêd qemer,
Eşq û muhbeta min li ser,
Wêran ezim, malim xirab.
Sotim, biraştim bê hesab,
Lê pirsî bo kirme k’ebab,
Kirye bi min sed reng ezab,
Wêran ezim, malim xirab.
Sibhan ji şahê bi tenê,
Xalik li xala gerdenê,
Ez dîn kirim berdam dinê,
Wêran ezim, malim xirab.
Eşqa mezac peyda bûye,
Îro li min dijwar bûye,
Hîvî dikim heqîqiye,
Wêran ezim, malim xirab.
Feqîye Teyran