FlaşPolîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê rewşa herêmê gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Irfan Siddiq, Balyozê Brîtanyayê li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de, peywendiyên Brîtanyayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa siyasî ya Iraqê û pêkanîna hikûmeta federal hatin gotûbêjkirin. Her du aliyan tekez li ser girîngiya berdewamiya hevkarî û hevahengiya hêzên siyasî ya bi navê parastina ewlehî, aramî û serweriya welat de kirin.

Her du aliyan derbarê rewşa siyasî ya li Herêma Kurdistanê û hewlên ji bo derbaskirin û çareserkirina kêşeyên navxweyî de, danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha, berdewamiya diyalog û jihevfêmkirina Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina kêşeyên hêlawestî, wek pêdiviyekê zanîn.

Pêşketinên dawî yên herêmî û rewşa deverê, mijareke din a hevdîtinê bû. Di civînê de, her du aliyan kêfxweşiya xwe bi ragihandina rêkeftina navbera Amerîka û Îranê anîn ziman û hêvî xwestin ku ev bibe sedema pêkanîna aştî û aramiya mayînde li herêmê. Her wiha, wan tekez li ser girîngiya çareserkirina aştiyane ya kêşe û nakokiyan kir.

Birêz Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê jî di hevdîtinê de amade bû.

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li Irfan Siddiq, Balyozê Brîtanyayê li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de, peywendiyên Brîtanyayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa siyasî ya Iraqê û pêkanîna hikûmeta federal hatin gotûbêjkirin. Her du aliyan tekez li ser girîngiya berdewamiya hevkarî û hevahengiya hêzên siyasî ya bi navê parastina ewlehî, aramî û serweriya welat de kirin.

Her du aliyan derbarê rewşa siyasî ya li Herêma Kurdistanê û hewlên ji bo derbaskirin û çareserkirina kêşeyên navxweyî de, danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha, berdewamiya diyalog û jihevfêmkirina Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina kêşeyên hêlawestî, wek pêdiviyekê zanîn.

Pêşketinên dawî yên herêmî û rewşa deverê, mijareke din a hevdîtinê bû. Di civînê de, her du aliyan kêfxweşiya xwe bi ragihandina rêkeftina navbera Amerîka û Îranê anîn ziman û hêvî xwestin ku ev bibe sedema pêkanîna aştî û aramiya mayînde li herêmê. Her wiha, wan tekez li ser girîngiya çareserkirina aştiyane ya kêşe û nakokiyan kir.

Birêz Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê jî di hevdîtinê de amade bû.

Back to top button