CivakFlaş

Di encama rapirsîna de dengê partiyên sereke kêm dibin..!

Li Tirkiye gelek rapirsîn ji bo helwesta xelkê di warê siyasetê de bide kifşkirin têne kirin. Herî dawî encam 18 rapirsîna hate belavkirin. Dema di zikhevde encama 18 rapirsîna yên ji aliyê dezgehên Lêkolinê yên cuda ve hatî kirin rewşek balkêş derket holê.

Guhertinên berbiçav di CHP, AK Partî û MHP de: Kî winda kir, kî bilind bû? Navenda Lêkolîn û Analîzên Siyasî ya Tirkiyeyê daneyên ji 18 dezgehên rapirsîna yên cuda berhev kir ku di meha Hezîranê de hatine weşandin. Tabloya ku derket holê nîşan dide ku hin partiyan dengên xwe zêde kirin, hinên din jî kêm kirine.

Li gorî navînîya encamên 18 Dezgehên Rapirsîna yên cuda, partiya ku rêjeya dengê xwe herî zêde zêde kiriye Partiya Saadetê bû.

Lêkolînê nîşan da ku rêjeya dengên Partiya Saadetê %3.1, İYİ Parti %3 û Partiya Re-Refahê %2.4 zêde bûye.

Lîsteyê her wiha nîşan da ku Partiya A dengên xwe %2.1 û Partiya Sereke jî %1.1 zêde kiriye.

Yek ji xalên herî berbiçav ên lêkolînê guherîna rêjeya dengên CHPê bû. Li gorî daneyan, li gorî hilbijartinên giştî yên dawî, kêmbûna herî mezin ji hêla CHPê ve hatiye dîtin. lê dengên aligirên Ozgur ozer zêdekirine. Partiya Özgür Özel bi awayekî zelal di rêza yekem de ye

Piştî CHP, AK Partî û MHP di nav partiyên ku deng winda kirine de bûn. Lêkolînê nîşan da ku rêjeya dengên AK Partî %4.2 kêm bûye, lê MHP %3.1 kêm bûye.


Di nav partiyên din ên ku di navînîya anketê de deng winda kirine de Partiya DEM ê jî heye.

Li gorî daneyan, rêjeya dengên Partiya DEM %1.2 kêm bûye,.

Back to top button