
Berpirsekî polîsê Pakistanê îro, ji ajansa nûçeyan a AFPê re ragihand, êrîş duh piştî nîvro li dijî komelgeha sereke ya polîsan li herêma Kohatê ya ser bi parêzgeha Xeyber Pextûnxiwa hatibû destpêkirin. Ev komelgeh çendîn rêveberî û dezgehên hestiyar dihewîne, di nav wan de Rêveberiya Dijrterorê û çend yekîneyên taybet ên polîsan.
Jêderekî agahdar ê polîsan, ku ji ber hestiyariya mijarê nexwest navê wî bê aşkerekirin diyar kir ku hejmarek ji êrîşkaran di beşa taybet a polîsê Kohatê de xwe veşartine û çeper girtine. Li gorî zanyariyan, ji derengiya şeva borî ve şer û gulebarana tund di navbera çekdaran û hêzên ewlehiyê de berdewam e.
Heta niha ti aliyekî bi fermî berpirsiyariya êrîşê negirtiye ser xwe, lê belê ev navçe bi berdewamî rastî êrîşên çekdarên Tevgera Talîban a Pakistanê (TTP) tê.
Serokkomarê Pakistanê Asif Elî Zerdarî ji ber canjidestdana qurbaniyan xemgîniya xwe anî ziman û şifaya bilez ji bo birîndaran xwest. Zerdarî tekez kir ku têkbirin û jinavbirina yekcarî ya terorîstan û wan aliyên ku ji derve ve piştgiriya wan tê kirin, ji bo ewlehiya neteweyî ya Pakistanê xwedî girîngiyeke stratejîk û yekalîker e.
Ev bûyer di demekê de rû dide, Pakistan pir caran komên tundrew bi encamdana êrîşan li parêzgehên Xeyber Pextûnxiwa û Belûçistanê tohmetbar dike û dibêje ev kom di nava axa Afxanistanê de bi cih bûne. Ji aliyê xwe ve, hikûmeta Talîbanê ya li Afxanistanê jî van tohmetan bi tundî red dike.
Ev nakokî berê jî bûbûn sedema gurbûna rageşî û pevçûnên leşkerî li ser sînorê her du welatan. Pakistanê berê bi hinceta lêdana çekdaran çend caran êrîşên asmanî biribûn ser axa Afxanistanê, lê hikûmeta Kabulê û Neteweyên Yekgirtî dabûn xuyakirin ku di wan êrîşên meha Hezîranê de bi dehan welatiyên sivîl hatine kuştin.


