FlaşPolîtîk

Bayik:Mazlûm Ebdî got, ew ê ti wezîfeyê qebûl neke ..!

Ji rêveberên PKKê Cemîl Bayik ji bernameya Hevpeyvîn a NÛÇE TV re axivî. Bayik di hevpeyvînê de li ser Pêvajoya ku heyî dîtinên xwe gotin.

Di bersiva hinek pirsan de bayik weha bersiv dide.

” Qanûna ku li Meclîsa Tirkiyeyê hate derxistin li gorî daxwaza me nebû. Dewleta Tirk ev qanûn ne li gorî daxwazên me, lê bi giranî li gorî berjewendiyên xwe derxist. Armanca bingehîn a vê qanûnê bêçekkirina gerîla û belavkirina wan e. Di qanûnê de hin xal hatine nivîsandin; ev ji bo me gelekî girîng nîne. Ev qanûna wan e; qanûnên me jî hene. Ne qanûnên wan bi cih têne anîn, ne jî qanûnên me bi cih têne anîn. Di navber me û dewleta Tirk de li ser vê qanûnê têkoşînek heye.”

“Rêber Apo bêyî me ti gavê neavêje, nêrîna me werdigire. Dibe ku em bi dewleta Tirk û Îmraliyê re hevdîtinên yekser nakin; lê belê em nêrînên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Rêber Apo dema ku dixwaze gavekê biavêje, biryar û nêrînên me werdigire. Bi rêya heyeta DEM Partiyê peyaman dişîne û werdigire.”

“Dewlet berjewendiyên xwe esas digire, lê berjewendiyên me û gelê me jî hene. Qanûn bingehek e, li ser vê bingehê kar dikare bê kirin û hin encam dikare bê bidestxistin. Eger li Tirkiyeyê demokrasî bi pêş ve neçe, pirsgirêka Kurd çareser nabe. Tevgera me û Rêber Apo vê qanûnê kêm dibîne.”

“Têkiliyên me hene, lê yekser nîne. Bi rêya hin aliyan danûstandin heye. Piştî ku qanûn derket û her tişt qanûnî bû divê hevdîtin pêk werin. Divê pêvajo bi lez biçe serî, bi ser bikeve. Serokkomarê Tirkiyeyê jî dema dawî got, divê pêvajo bi lez bibe. Di nava Tirkiyeyê û li derve hin alî hewl didin pêvajoyê sabote bikin. Naveroka qanûna ku hate derxistin pêvajoyê dereng dixîne. “

“Di hiqûqa Tirk de cihê Kurdan nîne. Eger guhertin neyê kirin, wê polîtîkayên zext û tinekirinê yên li dijî Kurdan dewam bike. Eger Tirkiye bi vî mejî dewam bike wê zerarê bibîne. Em ji dewleta Tirk bawer nakin û bi guman nêzîk dibin. Heta niha girtiyên siyasî nehatin berdan; gelek ji wan jî nexweş in. Divê girtîgeh bêne valakirin. Dewletê hîn kesek ji ‘lîsteya terorê’ dernexistiye. Em amade ne ku dest ji çekan berdin, em ne evîndarê çekê ne. Me ji bo parastina gelê xwe rahişt çekê. Em careke din şer naxwazin. Me ev yek ji cîhanê re ragihand, lê belê em garantiyê dixwazin. Dewlet jî digirse û bi guman nêzîk dibe. PKK ji aliyê rêxistinî ve fesix bû, lê belê ev yek nayê wê wateyê ku ruhê PKK’ê ji holê rabûye.”

“Ji bo yekîtiya Kurdan firsendeke dîrokî derketiye holê. Em amade ne ku bi her kesî re li dora maseyê rûnên û ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan kar bikin; di vê mijarê de şertekî me nîne. Li Başûrê Kurdistanê avanebûna hikumetekê metirsî ye. Divê em hemû destketiyên Başûrê Kurdistanê biparêzin. Dewlet dixwazin statuya Başûr ji holê rakin. Rêber Apo xwest bi lîderên PDK û YNK’ê re hevdîtinê bike. Bi rayedarên Başûr re hin hevdîtinên me çêbûn, em nêrînên hev digirin.”

Bayik Li ser rewşa HSDê dibêje:

“Entegrasyona demokratîk nayê wê wateyê ku her tişt radestî dewletê bê kirin. Divê herêmên Kurdan xweser bin. Dewleta Sûriyeyê dixwaze li Rojava weke rejîma Baasê tevbigere. Divê Kurd zîhniyeta Baasê careke din qebûl nekin. Me qetilkirina Sîpan Hiznî û bûyera li girtîgeha Kobanê şopand. Rojava berdêlên giran da û cîhan ji DAÎŞ’ê rizgar kir. Mirovahî deyndarê Rojava ye.”

“Mazlûm Ebdî got, ew ê ti wezîfeyê qebûl neke û di nava gel de be. Ev gotin di cih de bû. Lê belê dema dawî bû şêwirmendê Şara. Eger ev bi navê Kurdan bûya, wê demê pirsgirêk nedibû. Rexneyên heyî di cih de ne. Em jî rexne dikin, ji ber ku diviyabû qebûl nekiribûya.”

“Kurdên Êzidî dixwazin ji bo entegrasyona demokratîk a bi Iraqê re gavê biavêje. Eger ev pêk were wê baş be. Xuya ye Iraq dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike. Texmîn dikim ku PDK, Tirkiye û Îran vê naxwazin.”

Back to top button