
Endamekî kevin ê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye koça dawî kir. Abdurahman Kaya kurê Sofî Ebdillah encama nexweşiyek ji nişka ve koça dawî kir.
Babê Abdurahman Kaya , ku bi navê Sofî di nav Partiyê de dihat naskirin, kesayetek çalak û jîr di nava refên PDKTê de kar dikira. Kadroyek berbidestbû. Herweha malbata wî li gel PDKT kar dikira. Kurê wî Abdurahman jî rêça babê xwe berdewam dikir..
Abdurahman kaya yek jê damezerê Partiya Demokrata a Kurdistana Tirkiye bû, ku di sala 2014ê bi awayek legal hate damezirandin.
Abdurahman 1949ê ji dayil bibû. Ew ji gundê Dêwkê li ser navçeya Dihê bûn li bajarê Sêrtê dijiya.
Bila xwedê wî bi rehma xwe şah bike. Cih wî biheştbe.
Serê malbata wî û hemû dost û hevalên wî saxbe.


