CivakFlaş

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkarî li ser karkerên şaredariya Efrînê belav kir

Ofîs a Efrînê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi hevahengiya ligel Rêveberiya Herêma Efrînê, zêdetirî 400 selikên xwarinê li ser karkerên şaredariyê û xebatkarên paqijiyê yên li nava bajarê Efrînê û derdora wê re belav kir.

Rêvebera Ofîsa Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê, Zeyneb Şêx Heyder ragihand, ev destpêşxerî di çarçoveya hevkariyê de û wek rêzgirtin, spasdarî û piştevaniyeke ji bo ked û westana van karmend û karkeran pêk hatiye ku ji bo paqijî û xizmeta deverê dixebitin.

Zeyneb Şêx Heyder diyar kir ku alîkarî û piştevaniya wan ji bo vê çîna kedkar û hemû xelkê herêmê dê berdewam be û got: “Em niha li nava bajarê Cindirêsê ne. Me selikên xwarinê ji bo karkerên paqijkirinê anîne. Armanca me ew e ku em piştgiriya van karkeran bikin û li hember keda wan a hêja, spasiya wan bikin.”

Back to top button