
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizijkiyan dibêje: “Hikûmet heta di şert û mercên herî dijwar de jî ji pirsgirêkên gel bêxeber nebûye, û yekîtiya me û gelê me careke din dijmin neçar kir ku lihevkirinekê bike.”
Serokkomarê Îranê got:”Gelê Îranê bi yekîtî û berxwedanê dijmin neçar kir ku agirbestê qebûl bike,” û da zanîn ku serweta daîmî ya welêt hevgirtina gel û hêviya ji bo pêşerojek geş e.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê got ku, pêvajoya gihîştina memorandûmê bi navbeynkariya Pakistanê nêzîkî du mehan dom kir. Biryar hatiye dayîn ku di vê memorandûmê de mijara nukleerî neyê nîqaşkirin û nîqaşên li ser hûrguliyên nukleerî piştî memorandûmê ji bo 60 rojan hatine paşxistin.”
“Ezmûna çend mehên borî nîşan da ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê ev rê ji bo gefxwarina Îranê bi kar anîne, ji ber vê yekê mafê Îranê heye ku tedbîrên pêwîst bigire,”
“Wan bi dehan caran gotiye ku îro an sibê dê lihevkirinek çêbibe. Ev beşek ji şerê wan ê psîkolojîk e. Em her gavek pir bi baldarî diavêjin ji ber ku Dewletên Yekbûyî sozên xwe yên berê bicîh neaniye. Ger aliyê din sozên xwe bicîh neyne, mafê Îranê heye ku bersivê bide,”
Di heman demê de, Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf li ser hesabê xwe yê Twitterê got, “Em ji her demê bêtir nêzîkî peymaneke aştiyê ne. Tê payîn ku kar di 24 saetên pêş de biqede.
Serokwezîr got ku welatê wî amadekariyan dike ku peymana aştiyê yekser piştî temamkirina kar bi elektronîkî îmze bike, û piştre hefteya bê hevdîtinên teknîkî bikin.
Di beşek din a peyamê de, Şerîf spasiya Dewletên Yekbûyî û Komara Îslamî ya Îranê kir ji bo pabendbûna wan a berdewam di dema hevdîtinan de.
Wî her wiha spasiya xwe ya dilsoz ji welatên herêmê re ji bo piştgiriya wan anî ziman û geşbîniya xwe anî ziman ku ev peymana dîrokî dê bibe bingehek xurt ji bo aştiyeke mayînde.


