Mesrûr Barzanî salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê pîroz dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Îlona 2026an, bi boneya salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û rola wan a di parastina pirsên neteweyî û pêkvejiyanê de bilind nirxand.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Ez pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî serok, endamên mekteba cîbicîkar û tevahiya endamên Yekîtiya Zanayan dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.”
Mesrûr Barzanî tekez kir, rola zanayên olî cihê rêzê ye û got: “Zanayên ola pîroz a Îslamê li Kurdistanê, di xizmetkirina ola pîroz a Îslamê û parastina pirsên niştimanî û mafên rewa yên gelê Kurdistanê de xwedî roleke giring û aktîf in, ku ev yek cihê rêz û pêzanîneke mezin e.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de hêvî xwast ku zanayên olî li ser erkê xwe berdewam bin û got: “Hêvîdar im ku zanayên ola pîroz a Îslamê li Kurdistanê, di bihêzkirina bingehên miyanrew, pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda yên Kurdistanê de û rûbirûbûna hizra tundrewiyê de rola xwe ya pêşeng bidomînin.”
Supaya Pasdaran: Me li Tengava Hurmizê droneke Amerîkayê xist xwarê
berî 1 saet
Li başûrê Helebê komgeheke çekan teqiya
berî 10 saet
Zaroka ketibû bîra Guwêrê jiyana xwe ji dest da
Babetên Peywendîdar
Wezîrê Derve yê Îranê ber bi Nûyorkê bi rê ket
Kerkûk: Xalên kontrolê rêyê li veguhastina pirtûkên Kurdî yên dibistanan digirinMerasîmên yekkirina Hêzên Pêşmergeyan tên lidarxistin


