
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê ragihand ku ew amade ne dergehê Nisêbînê yê sînorî yê bi Qamişlo re vekin.
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê Umer Polat di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew amade ne dergehê Nisêbînê yê sînorî bi Sûriyê re vekin, ev yek ji aliyê Sûrî re gotiye.
Wezîrê Bazirganiyê yê Turkiyê got jî ku ya herî girîng bo wan ew e ku yekîtiya Sûriyê û hevgirtina wê ya niştîmanî parastî bin û ew li gel hikûmeta Sûriyê kar ji bo pêşxistin û vekirina hemû dergeh û xalên sînorî dikin.
Polat diyar kir jî ku niha qebareya pevguhertina bazirganî di navbera Sûriyê û Turkiyê de gihiştiye bêtirî 3 milyar dolarî û armanca wan di çend salên bê de ku pevguhertina bazirganî di navbera herdu welatan de bigihêje 10 milyar dolarî.


