FlaşPolîtîk

Civîna çarenûsa CHPê…!

Îro di parlementoya Tirkiye de civîna fraksiyona CHPê ya hefteyî heye. Ji aliyekî ve wek serokê CHPê yê ji aliyê dadgehê ve hatî destnîşan kirin Kemal KIliçdaroglu, ji aliyek din ve serokê CHPê yê ji berî du salan di kongreya 38ê ya CHPê de hatî hilbijartin Ozgur Ozer heye. Herdu jî bi biryar dibêjin ku ewê di heman holê de di heman demjimêrê de civina koma CHPê pêkbînin. Niha pîştî biryara dadgehê, Kiliçdaroglu li gora hukuka heyî yanî li gora biryara dadgehê serojê CHPê ye. Lê Ozer jî wek kesek hilbijartî dibêje ku ew serokê CHPê ye. Piştî biryara dadgehê Ozer koma CHPê kom kir û ew wek serokê koma CHPê di parlementoyê de hate hilbijartin.

Niha ev rewşa îro dê çarenûsa CHPê jî bi awayekî kifş bike. Eger Kiliçdaroglu civîne bike û di koma CHPê de axavtinê bike, dê rola Ozer zeyif bibe û ihtimala ku ji CHPê veqete û partiyeka din damezirîne derdikeve holê. Eger Ozer civinê bike û koma CHPê de axavtina xwe bike, dê di nava CHPê de bi nakokiyan xebata xwe berdewam bike. Ev ithtimalin, lê dê îro demjimêr 13.30 î de hinek tişt zelaltir bibin. Mijarek din heye ku, eget herdu alî li hev bikin dikarin civînê paşdebêxin. Ev jî dibe destpêka pêvajoyek din di nava vê partiyê de.


Berdevkê CHPê Muslim Sarı ragihand ku civîna komê dê ji hêla Kemal Kılıçdaroğlu ve were lidarxistin.

Sarı diyar kir, “Serokê me, Birêz Kemal Kılıçdaroğlu, dê civîna komê li TBMMê li dar bixe; wekî ku hemî serok dikin, ew ê ji partî û gelê me re biaxive.”

Kemal Kılıçdaroğlu bi xwe vê dawiyê pirsên rojnamevanan ên li ser civîna komê bi “Hêvîdarim, hemî bi hev re” bersiv da.


Li ser hesabên medyaya civakî yên fermî yên CHPê postek hate ragihandin ku civîna komê dê di saet 13:30an de were lidarxistin.

Ji aliyekî din ve, hate destnîşankirin ku rêveberiya nû hesabên medyaya civakî yên CHPê xistiye bin kontrola xwe û hesaban Özgür Özel û Ekrem İmamoğlu neşopandine, ku ev yek bal kişandiye ser xwe.

Back to top button