FlaşPolîtîk

Şoreşa Îlonê ji îrade, baweriya bi xwe û rûmeta mirovê Kurdistanê ve pêkhatibû..

Serok Barzanî bi minasebeta salvegera 11ê Îlonê peyamek ragihand. Barzanî di peyama xwe de dibêje: Şoreşa Îlonê di bin rêbertiya Barzaniyê nemir de, bûye çavkaniya hêz û îlhamê bo qonaxên paşê yên xebata rizgarîxwaziya gelê me û têkoşerên Kurd li hemû parçe yên din ên Kurdistanê.

Deqê Peyama Serok Barzanî:

Îro 65 sal bi ser destpêkirina Şoreşa Mezin a Îlonê de derbas dibin; şoreşeke seranserî ku tê de Pêşmerge, siyasetmedar, rêxistin, zanayên olî, mamoste, edîb, rewşenbîr, ciwan, jin û hemû çîn û tebeqeyên civakê beşdarî xebata neteweyî û demokrasî-xwaziya gelê xwe bûn.

Şoreşa Îlonê ji îrade, baweriya bi xwe û rûmeta mirovê Kurdistanê ve pêkhatibû; bingehekî bihêz û rêkxistî bû ji bo berdewamiya têkoşînê û li ber xwe dana gelê Kurdistanê li hember zordariyê. Ev şoreşa mezin, bi nirxên xwe yên bilind û bi israr û berxwedana bêhempa ya serkirdayetî, Pêşmerge û cemawer, doza rewa ya gelê me bi gavên mezin ber bi pêş ve bir. Şoreşa Îlonê di bin rêbertiya Barzaniyê nemir de, bûye çavkaniya hêz û îlhamê bo qonaxên paşê yên xebata rizgarîxwaziya gelê me û têkoşerên Kurd li hemû parçe yên din ên Kurdistanê.

Di 65emîn salvegera vê şoreşa bi rûmet de, hûrmeta xwe bo rola dîrokî ya wan hemû Pêşmerge û xebatkarên qehreman dubare dikim ku beşdarî tomarkirina vê serweriya niştimanî bûne; çi ew şehîdên nemir ên ku di Şoreşa Îlonê de canê xwe gorî kirin bo axa niştiman û ewên ku niha di jiyana me de nemane, çi ew xortên serbilind ên ku heta niha jî weke şahidên zindî yên dîrokê di jiyanê de mane. Ew qehreman hewêna çêkirina serweriyê bûn bo gelê xwe û cihê şanaziyê ne.

Mesûd Barzanî
11ê Îlona 2026

Back to top button