
Helîkoptereke Apache ya Artêşa Amerîkî li nêzîkî Tengava Hurmuzê ket xwarê. Li gorî raporeke New York Timesê du pilot hatine rizgarkirin.
Sedema bûyerê hîn ne diyar e, lê çavkaniyekê daxûyakirin ku, helîkopter dibe ku ji aliyê Îranê ve hatibe xistin,yan jî dikare sedemek makanîk bê jî.
Bûyer di cih de piştî danûstandinên êrîşên dawî yên di navbera Îsraîl û Îranê de çêbû, û piştre demek aramiya nisbî çêbû. Ji ber vê yekê, bandora bûyerê li ser hevsengiya ewlehiyê ya li herêmê cihê fikaran e.
Raport destnîşan dike ku rêveberiya Trump heta ku New York Times ji Qesra Spî şîrove xwest, tu daxuyaniyek giştî li ser bûyerê nedaye.


