
Berpirsê Nivîsgeha Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz, Encama bûyerek diltezîn a hatinçûnê de jiyana xwe ji dest da. Li ser rêya di navbera Bexda û Besreyê de barhilgirekê li otomobîla wî dabû û bi giranî birîndar bûbû piştî nîvroyê ji ber giraniya birîna xwe jiyana xwe ji dest da.
Karmendên Medyayê her demî ji bo nûçeyekî bighînin xwendevanên xwe, her demî jiyana xwe têxin xeterê û wê erka xwe ya pîroz bi cih tînin.
Bi wefata Berpirsê Nivîsgeha Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz em wek karmendên Rojevakurd gelekî xemgînin. Herweha em bi hemû awayî şirikatiya xema malbata medyayî ya Rûdawê dikin.
Bila serê me hemûyan saxbe.. Sterek din di malbata medyayî ya Kurdistanê winda bû.
Cardin sersaxiya Tora Medya ya Rûdawê û malbata Helkeft dikin..
Karmendên Rojevakurd


