
Li Dîyarbekirê, di çend mehên dawî de bi sedan kes ji ber firotina madeyên hişber hatine girtin û darizandin û dîmenên bazirganiya madeyên hişber li kolanên bajêr derketine holê.
Lêkolînek ku ji aliyê SAMER ve li navçeya Bağlar a Dîyarbekirê hatiye kirin, rêjeya îstismara madeyên hişber zêde dibe. Li gorî lêkolînê, rêjeya bikaranîna madeyan, ku deh sal berê %3 bû, îro gihîştiye %18. Rêjeya kesên ku bi karanîna madeyan ve girêdayî ne an jî ji ber wê bandor bûne gihîştiye %42.
Di 4-5 mehên dawî de, hejmara kesên ku ji ber bikaranîn û firotina madeyên hişber têne darizandin gelekî zêde bûye.
Tenê di meha Gulanê de, lêpirsîn li dijî herî kêm 404 kesan bi tohmeta “çêkirin û bazirganiya narkotîk an teşwîqkirin” hatin destpêkirin. Di çarçoveya vê operasyonê de 288 kes hatin binçavkirin. Piraniya van kesan hatin girtin û dozên wan ji hev cuda bûn. Gelek ji wan berê bi pêvajoyên qanûnî re rû bi rû mane.
Hat tespîtkirin ku firoşkarên narkotîkê bi rêya sepanên cûrbecûr danûstandinan dikirin û xetên têlefonê yên navneteweyî bikar dianîn. Belgeyên lêpirsînê destnîşan dikin ku gelek ji kesên hatine binçavkirin û di bin lêpirsînê de ne, berê bi tohmetên wekî “dizî”, “hebûn û hilgirtina çekên bêdestûr” û “bazirganiya narkotîkê” re rû bi rû mane.


