
Şiroveyek li ser guhertinên stratejîk ên Yekîtiyê û bandora wê li ser qewarê Herêma Kurdistanê.
Ji wê roja ku Bafil Talebanî bi fermî dest bi ser serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de girtî û bûye serokê wê, guhertinên radîkal di hizir û dîtina siyasî û stratejîk a vê hizbê de diyar bûne. Gelek ji çavdêrên siyasî li ser wê baweriyê ne ku siyaseta nû ya Yekîtiyê bi eşkereyî ber bi hizir û teoriya Abdullah Ocalan (serokê PKKê) ve diçe, bi taybetî di çarçoveya peyrewkirina projeya “biratiya gelan” û “neteweya demokratîk”. Rexneger li ser wê baweriyê ne ku ev araste di kakila xwe de destberdariyeke ji mafên neteweyî yên destûrî yên gelê Kurd û paşvekişandinek e ji nasnameya neteweyî, ku di encamê de dikare tevî ajandayên herêmî (bi taybetî bereyê muqaweme û berjewendiyên dewletên cîran) bibe sedema qelskirin û jinavbirina qewareyê federalî yê Herêma Kurdistanê.
Bo piştrastkirina vê dîtina rexneyî, çendîn mijar û pêşhatên praktîkî di qada siyasî de tên behskirin ku vê rastiyê diselmînin:
1- Peyama Newrozê bo Ocalan:
Yek ji amadeyên herî diyar ên vê nêzîkbûnê, peyama fermî ya Bafil Talebanî bû bi helkefta cejna Newrozê ku arasteyî Abdullah Ocalan kirî. Dema ku bi destewajeya “Silav Serok Apo” Bafil di peyama xwe de hêvî xwest ku li sala bê ew li Tirkiyeyê azad bibe, daku bi hev re projeya wî yê siyasî bi serkeftî bigihînin dawiyê. Ev alîgiriya eşkere, wek werçerxanek a dîrokî di siyaseta derve ya Silêmaniyê de tê dîtin.
2- Helwestên li ser Kerkûkê û têkiliyên herêmî:
Piştî vê nêzîkbûna îdeolojîk bi çend mehan, biryarên siyasî yên girêdayî bi Kerkûkê ve pirsiyarên mezin dirust kirin; dema ku ladana parêzgarê Kurd û danana kesayetiyekî Tirkmen li cihê wî hate encamdan. Ev pêngav ji aliyê rexnegeran ve wek rêxweşkirinek û bikaranîna karta pêkhateya Tirkmen tê lêkdan, daku YNK bikare têkiliyên xwe ligel Enqereyê asayî bike, bêyî ku ti çaksazî di naveroka kêşeyên neteweyî de bê kirin.
3- Takrewî di desthilatê de û serkutkirina dijberan:
Li ser asta navxweyî ya Silêmaniyê, şêwazê birêvebirina Bafil Talebanî hatiye dişibihe sîstemê tund û înzîbatî yê navxweya PKKê, ku tê de cudahiya dîtinan û rexne nayên qebûlkirin. Di vê çarçoveyê de, rûdawên êrîşkirina ser Lalezar, bi bikaranîna hêzê, û zîndanîkirin yan dûrxistina pismamên wî (Lahor Şêx Cengî û birayê wî) wek nimûne tên diyaririn. Herwisa zîndanîkirina Şaswar Ebdulwahîd (niha hatiye azadkirin) û serkirdên din ên opozîsyonê li Silêmaniyê, dîmenê giştî yê demokrasiyê li wê deverê xistiye bin gumanê.
Bi komkirina van hemû faktoran, rexneger û çavdêr weha dibînin ku bajarê Silêmaniyê û deverên jêr desthilata Yekîtiyê, ji navendeke lêbûrdeyî û firehiyeke siyasî, ber bi sîstemeke girtî û zîndaneke mezin ve diçin. Ev gotara siyasî ya nû, bi kopîkirina modela Ocalan di nava qewarê federalî yê Başûrê Kurdistanê de, metarsiyeke rastîn li ser paşeroja destkeftên destûrî yên gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê dirust dike û zemîneyê bo destwerdanên firehalî yên dewletên dagirker xweştir dike.
14.06.2026
Nêrîn/ şirove

Nasrat Hacî


