
Çavkanî dibêjin ku,Tehran ne amadeye roja Yekşemê bi Washingtonê re ti peymanekê îmze bike. Ji ber ku îro bi rojbûna Donald Trump re hevdem e û Îran naxwaze ev bûyer ji bo propagandaya medyayê û berjewendiyên kesane were bikar anîn.
Li gorî ajansê, Donald Trump, ku dibe 80 salî, israr kiriye ku di vê tarîxê de peymanê îmze bike, lê tîma danûstandinê ya Îranî dibêje; Ew ê nehêlin ku ev mijar bibe pêşandaneke siyasî. Çavkaniyên Îranî jî gotin ku peyman hîn negihîştiye qonaxa dawî û nivîsandina wê ne temam e, ji ber vê yekê di vê gavê de îmzekirina wê ne gengaz e.
Berê, Donald Trump gotibû ku biryar e roja Yekşemê, 14ê Hezîrana 2026an, peymanek were îmzekirin da ku Tengava Hurmuzê tavilê ji her kesî re were vekirin. Trump li ser Trust Social got ku ew ê di wextê rast de B-2yan bikar bîne da ku bermayiyên nukleerî yên Îranê tune bike.
Derbarê naveroka peymana pêşniyarkirî de, çavkaniyan gotin; Ew behsa vekirina Tengava Hurmuzê û rakirina cezayên deryayî yên Amerîkî li ser benderên Îranê dike, û biryar e ku di qonaxên pêş de li ser bernameya nukleerî ya Îranê nîqaş bike. Ne diyar e ka îmzekirin dê bi awayekî şexsî be an jî ji dûr ve (serhêl) be.


