Polîtîk

Hevpeymana Kurdistanî li Dilê Kurdistanê dest propagandayê kir

Kerkûk – Cihgirê serokê parliyamenta Iraqê Arif Teyfûr, îro li Kerkûkê gotinek pêşkêşî xelkê kir û got: “ Hevpeymanîya Kurdistanî bi hemî awayî hewldanên xwe  ji bo pêkanîna maddeya 140 dike û di vê derbarê de sazişê (tenazulê) tu cara nake.

Teyfûr di berdewambûna axaftina xwe de got: “ Di maddeya 140-ê de çareserkirina deverên arêşedar heye, ev maddeya han bi taybetî jî, pirsa bajêrê kerkûkê çareser dike. Ji ber vê çendê jî, divê ev maddeya han bi cih bête kirin.“

Lîsta hevpeymanîya Kurdistanî îro bi awayekî fermî dest bi propagandaya hilbijartinan kir û ji bajêrê Kerkûkê dest pê kir. Di şadîmana destpêkirina vê prosesê jî de, gelek xelk amade bûn.

Arif Teyfûr di nava gotara xwe de weha jî da xuyakirin, ku ew careka din nahêlin, ku piranî li Iraqê desthilatdar be û ti tişt ji kêmberan re nebe. Weha jî got, ku dê desthilatdarîya Iraqê li gora sistema rêkevtinîyê (li hevhatinê) be.
Li parêzgeha kerkûkê 12 kursî hene û alîyên ku li vî bajêrî ne, li ser evan 12 kursîyan rikberîyê û hevrikîyê dikin.

Back to top button