Başbug rojekî tehdît dike roja din şûnde gav tavêje

Enqere – Di gotarek xwe de serfermandarê Tirkiye Îlker Başbûg dibêjet: “Gelek behsa me tê kirin , bi tundî serme ve tên , eger ev yek berdewam bike ,emê jî hinek belgeyên di destê xwe de ji raya giştî re eşkere bikin.“  Hêdî li Tirkiye leşker jî, di rojeva siyasî de têne minaqeşekirin vê yekê baweriya leşkeran di nav xelkê de kêm kiriye. Ev bi gelek lêpirsînan jî eşkere bûye. Bê goman ev rewş leşkeran têxe di deravek teng de. Herweha ji berî niha Başbûg gotibû ku “Bila behna me teng nekin sebrame jî heta dercekiye“ Rojnemevanan pirsî hun sebrê nekin dê hunî çi bikin? Başbug got: “ Emê bi rêyên hukukî li gora destûrê li mafên xwe xwedî derkevin“

Di rojevê de minaqeşekirina leşkeran û di hinek bûyeran de helwesta wan ew kirine di nav tengasiyekî de ku dixwazin  bi awayekî ji vê tengasiyê xilas bibin. Lê bûyerên ku rojane têne eşkere kirin dide nîşandan ku ,leşker di siyaseta Tirkiye de çikas serdest bûn , kîmasî ew serdestiya berê nemaye hindikbê jî kêmtir bûye. Ev yek wan ditirsîne.

Nerîna min :