Polîtîk

Peyama hilbijartinan ya Lîsta hevpeymanîya Kurdistanî hate belavkirin

Lîsta hevpeymanîya kurdistanî di destpêka prosesa propagandayên hilbijartinên Iraqê de, peyama xwe ya ji bo hilbijartinên parlementoya Iraqê jî pêşkêş kir. Ev jî teksta vê peyamê ye:

 
Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Peyama Lîsta Hevpeymanîya Kurdistanî
Lîsta hevpeymanîya kurdistanî di Iraqa nû de, yek ji avakarên serekîyên demokrasîyê, azadîyê û federalizmê ye. Lîsta wan hêzên xwedî ezmon û vêna Kurdistanî ye, ku xwedî derbasbûyekî tije serwerî û qurbanîdan e da ku hêvîyên gelê me bi cih bihên û azadî, xweşguzeranî û ewledarîya welatê me bi cih bibin.
Ev lîsta serwerîya qanûnê û damezrandina dewleta dezgehên sivîl e, ku dê li ser bingeha rêzgirtina vên û azadîyên serekîyên mafên mirov be.
Ev lîsta xebatê ye, da ku avakirin, akincîbûn, demokrasî, civaka sivîl, mafên jinan, azadîya hizrî û paraztina mafên gelê me misoger bin.
Hevpeymanîya kurdistanî giringîyek serekî dide geşkirina civaka kurdistanê, xizmetguzarîyan pêşkêş dike û pêdivêyên her çîneka dîyarkirîya civaka me li ber çavan digire.
Ev lîsta han xebatê ji bo xurtkirina pêgeha herêman dike û dixwaze, ku hemû deverên dabirrayî vegerin nava herêma kurdistanê, destûra herdemîya Iraqa federal bi cih bihê, şopên tawanên rejîma herrifî yên wek jenosîda gelê kurdistanê nemînin û ziyandîde jî bihên qerebokirin.
Lîsta hevpeymanîya kurdistanî, lîsta jîyana bi hev re ya aştîyane ya hêz û alîyên neteweyî, oldarî û ideyologîyên pêkhatên coraneyên Iraqê li ser bingehên wekhevîyê, dadperwerîyê û rêkevtinîya siyasî ye.
Ezmon û xebata evan hêz û alîyan û rêberîya partên hevpeyman, ji yekrêzîya gelê me re rasttirîn parêzvan in û ji bo paraztina destkevtan û bi cihanîna hêvîyên gelê me, misogerîya xurtbûna pêgeha gelê me ne.
Êdî bila em ji bo hilbijartineka azad û saxlem ber bi pêş ve biçin. Bila em deng bidin lîsta hevpeymanîya kurdistanî. Bila ji bo serxistina kandîdên lîsta paraztina gelê me, lîsta 372 , hemû dengên me yek bin.

Back to top button