Civak

Berpirsiyarê bûyera Têlkêf û Wankê fermandarê hêzên amerîkî ye

   
       
Duhî serokê parlementoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî pêşwaziya heyeteke rayedarên sefaretxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê bi serokatiya Alin Maizin Hayimar şewirmendê kbarûbarên akûrê Îraqê yê sefaretxaneyê kir.

Di destpêka hevdîtinê de her du alî bi berfirehî serdana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya bo Amerîkayê û hevdîtinên bi rayedarên vî welatî re şîrove kirin û ev serdana han bi serdaneke girîng û serketî ji bo peyvendiyên heyî yên di navbera her dû welatan de vesif kirin.

Di berdewamiya hevdîtinê de şewirmendê sefaretxaneya Amerîkayê ragihand ku, ew li hember bûyerên vê dawiyê yên li Mûsilê rûdayîn gelek bi fikar e û armanca vê serdanê jî eve ku diltengbûn û nerehetiya serokatiya Kurdistanê û gelê kurd li hember wan bûyeran kêm bikin.

Di beşeke din ya vê hevdîtinê de serokê parlementoya Kurdistanê jî eşkere kir ku, her çend ev bûyerên han ti carî nayên ji bîr kirin lê serokatiya herêma Kurdistanê berpirsyariya wan bûyeran dixin stûya fermandarê hêzên Amerîkayê yê li Bakûrê Îraqê û pêwîste welatiyên ku di dema serdana waliyê Mûsilê de ya ji bo Telkêf û Wankê hatibûn revandin werin azadkirin ji ber ku nabe bi şaştî bersifa şaştiyan bidin.

Weke tê zanîn beriya çend rojekan waliyê Mûsilê dixast serdana bajarokên Tilkêf û Wankê yên girêdayî Mûsilê bike. Lê cemawerê û hevwelatiyên deveyê rê lê girtin ê waliyê Mûsiln bacanbar kir. dawiyê waliyê Mûsilê Esîl Nûçefî bi alîkariya tang û helîêkopterên amerîkî kete nav bajarokê Têlkêfê lie w nekarî bikeve nav Wankê. Li hember teserifa hêzên Amerîkayê yên li wê deverê gel û serokatiya Kurdistanê dilgiraniya xwe nîşan da

Back to top button