Civak

Bîranina şoreşa îslamî: muxalefet bû armenca êrîşên polisan

Li Îranê minasebeta bîranîna 31 saliya şoreşa Îslamî bi milyonan insan xwepêşandan kirin. Li bajarên wek Tehran, İsfahan, Meşhed û Şiraz bi sedan kes ji teref rejima heyi ve hate girtin. Li gelek deveran kesên muxalifên rejimê bûn armanca erîşên polisan û hatin binçav kirin.  Jina serokê muxalefetê Mir Hüseyin Musavi ya 65 salî jî lêdan xawr. Polisan  hinek xwepîşandanên muxalefetê dan ber gulan û li gora agahdariyan jinek hatiye kuştin û gelek birîndar hene.

Herweha serokkomarê Îranê yê kevin  Muhammed Hatemi bi xwe jî bû armanca êrîşên polisan. Ji aliyek din hevalbendên rejimê, gelek bi tundî dijê muxalefeta Îranê şîar gotin. Wek din şîarên wan yên dijitiya Amerîka , Îsrail û Brîtanya dihatin seh kirin. Gelek asteng di rêya medyayê de hatin çêkirin û belavkirina xeberan hate qedexe kirin.

 

Back to top button