
Tê zanîn ku rolê medyayê di pêşketina civakê de çikasî girîng e. Ji bo miletê kurd heyîna medyak bi hêz gelekî girînge û pêwistiyek mezine.
Medya di jiyana mirovahiyê û pêşveçûna civakan de xwedî roleke bingehîn e. Wekî stûna çarem a demokrasiyê, medya ne tenê amûreke ji bo veguhastina nûçeyan e, lê belê neynika civakê ye ku êş, hêvî û rastiyên rojane radixe ber çavan. Bandora medyayê li ser civakê pir mezin e; ew dikare hişmendiya giştî bilind bike, kultura pêkvejiyanê pêş bixe û bibe pirek di navbera cîhan û civaka xwe de. Medyayeke berpirsiyar û pîşedar, neteweyekê li hember metirsiyan hişyar dike û nasnameya wê ya çandî û zimanî diparêze.
Di qada ragihandina Kurdî de, hinek kanalên neteweyî ev erka pîroz hilgirtine ser milên xwe û hewl didin dengê neteweya xwe bigihînin hemû cîhanê. Bi vê minasebetê, 11emîn salvegera damezrandina kanala Kurdistan 24ê bi dilgermî pîroz dikin. K24, di dirêjahiya 11 salên xebata xwe de, bi nêzîkbûneke pîşedarane, neteweyî û objektîf, bûye dengekî xurt û pêbawer ji bo gihandina rastiyê bo raya giştî ya Kurdistanî û cîhanî. Ev kanal, hem di dema qeyranan de û hem jî di rojên aram de, bûye platformeke girîng ji bo parastina destkeftî, çand û nasnameya Kurdî.
Em 11 salvegera Kurdistan 24ê pîroz dikin.
31.10.2026
Karmendên Rojevakurd


