
Piştî ku pişkên şirketa SpaceXê cara yekem ketin bazara borseyê, Elon Musk di dîrokê de bû kesê yekem ku sermiyanê wî gihîşt trilyonek dolarî û bû trilyoner.
Berê nedihat bawerkirin ku kesek bi tenê bibe xwediyê sermiyanekî ew qas zêde.
Beriya roja înê tenê qala trilyon dolarî ji bo pîvandina qebareya aboriya welatên mezin an jî deynên wan dihat kirin.
Her wiha di van 10 salên dawî de ji bo nirxê şirketên pir mezin ên di nav bazara borseyê de hatiye bikaranîn.
Ev nasnavê nû yê Musk di demekê de ye ku sermiyanê çîna dewlemend a cîhanê bi lezeke mezin zêde dibe.
Sal bi sal hejmara milyarderan zêdetir dibe lê li beramberî vê yekê, roj bi roj debara jiyana xelkê li cîhanê zehmettir dibe.
Têgihiştina hejmara trilyonekê ji bo mêjiyê mirov zehmet e.
Trilyonek dolar tê wateya hezar milyar dolarî, her wiha dike milyonek car milyon dolar!
Ji bo ku em baştir ji mezinahiya vî pereyî fêm bikin, em li van mînakên sade binêrin ku bi trilyonek dolarî tên kirin:
Zêdetirî 200 carî çûyîna ser Heyvê û veger
Eger em trilyonek dolarî bi kaxezên yek dolarî bidin kêleka hev, dirêjahiya wê digihêje nêzîkî 156 milyon kîlometreyî.
Ev dirêjahî bi qasî wê yekê ye ku tu zêdetirî 200 carî biçî ser Heyvê û vegerî.
Heta ev mesafe ji wê dûriya di navbera Cîhan û Rojê de jî zêdetir e ku nêzîkî 150 milyon kîlometre ye.
Ji bo her mirovekî li ser rûyê erdê 122 dolar
Li gorî amarên herî nû, niha nêzîkî 8 milyar û 200 milyon kes li ser rûyê erdê dijîn.
Eger trilyonek dolar li ser tevahiya şêniyên cîhanê were dabeşkirin, dê ji bo her mirovî nêzîkî 122 dolarî bikeve.
Du qatê aboriya Afrîkaya Başûr
Trilyonek dolar dike zêdetirî du qatê tevahiya dahata salane ya Afrîkaya Başûr.
Ew welatê ku Elon Musk lê ji dayîk bûye. Niha li cîhanê tenê nêzîkî 21 welat hene ku qebareya aboriya wan digihêje ser trilyonek dolarî.
Kirîna 2 milyon û 500 hezar xaniyan li Amerîkayê
Navîniya bihayê firotina xaniyan li Amerîkayê nêzîkî 403 hezar dolar e.
Tu dikarî bi trilyonek dolarî nêzîkî 2 milyon û 500 hezar xaniyan bi wî pereyî li Amerîkayê bikirî.
Ferqa 700 milyar dolarî li gel kesê duyemîn ê herî dewlemend ê cîhanê
Li gorî Kovara Forbesê, niha kesê duyemîn ê herî dewlemend ê cîhanê Larry Page e ku yek ji damezirînerên şirketa Googleyê ye û sermiyanê wî nêzîkî 293 milyar dolar e.
Bi wateyeke din, sermiyanê Musk zêdetirî 700 milyar dolarî li pêşiya kesê duyem e.
Heta eger tu sermiyanê çar dewlemendên piştî Musk jî (Larry Page, Sergey Brin, Jeff Bezos û Larry Ellison) bixî ser hev, hîn jî bi zehmetî digihêje trilyonek dolarî.
Ev sermiyanê mezin ê Musk bi lezeke mezin zêde bûye.
Tenê sala 2024an sermiyanê wî 195 milyar dolar bû, sala borî jî gihîşt 342 milyar dolarî û niha jî trilyonek derbas kir.


