
alakvan Renc Pişderî îro 22yê Îlona 2026an, di peyameke vîdyoyî de li ser hesabê xwe yê fermî yê Facebookê karesateke nû ya koçberan aşkere kir û da zanîn ku qeyika van koçberan piştî birêketina ji peravên Lîbyayê ber bi Îtalyayê ve, têk çûye û hemû kesên tê de xeniqîne.
Wî çalakvanî da xuyakirin, piraniya van 18 koçberan xelkê devera Raniye û Qeladizê ne. Wan di 5ê Tebaxa îsal de ji Lîbyayê ber bi Îtalyayê ve dest bi rêwîtiyê kiribû, lê ji 9ê Tebaxê ve hemû pêwendiyên wan bi kesûkarên wan re qut bibûn. Piştre di 15ê heman mehê de, malbatên koçberan pêwendî bi Pişderî re danîne daku çarenivîsa zarokên wan bişopîne.
Li gorî gotina wî, piştî lêgerîneke hûr û serdana wî ya bo Îtalyayê û peywendîkirina bi aliyên pêwendîdar ên her du herêmên Palermo û Kalabrîyayê re (wek nexweşxane, girtîgeh, binkeyên polîsan û Xaça Sor), ti zanyariyeke fermî li ser çarenivîsa wan bidest neketiye.
Pişderî aşkere kir, rêxistineke Almanyayê ya taybet bi rizgarkirina koçberan (SOS) bi rêya firokeyeke çavdêriyê, li kûrahiya Deryaya Spî wêneyên 11 terman li ser qeyikeke têkçûyî tomar kirine. Bi vî awayî hatiye piştrastkirin ku hemû rêwiyên wê qeyika têkçûyî xeniqîne û termên wan di nav deryayê de winda bûne.
Heta niha Balyozxaneya Iraqê ya li Lîbyayê û saziyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev nûçe bi fermî piştrast nekirine.
Deryaya Spî yek ji metirsîtirîn rêyên koçberiyê yên cîhanê ye. Salane bi hezaran koçber ji welatên Rojhilata Navîn û Efrîqayê ji ber hejarî û qeyranên siyasî, bi rêya qeyik û keştiyên neewle û qaçax hewl didin xwe bigihînin peravên Ewropayê, bi taybetî Îtalya û Yewnanistanê. Lê ji ber nebaşiya rewşa deryayê û barê zêde yê li ser qeyikan, salane bi sedan kes di van rêyên metirsîdar de canê xwe ji dest didin.


