FlaşPolîtîk

Şanda Senatoya Fransayê: Herêma Kurdistanê hevalbendeke pêbawer a me ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro  22yê Îlona 2026an, pêşwazî li şandeke Encûmena Pîran a Fransayê kir ku ji her sê senatoran; Seroka Komîteya Dostaniya Fransa – Iraqê Nicole Duranton, û endamên komîteyê Remi Feraud û Olivier Bitz pêk dihat.

Di civînê de, derbarê guherîn û pêşhateyên herî dawî yên li Iraq û navçeyê û bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê de, guftûho hatin kirin.

Şandê bal kişand ser peywendî û dostaniya dîrokî ya di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de û tekez kir ku Herêma Kurdistanê hevalbendeke pêbawer a Fransayê ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasî û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya berdewam a hikûmet û gelê Fransayê anî ziman.

Herwiha pêdiviya çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, beşeke din a gotûbêjan bû.

Back to top button