
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku piştgiriyê didin Herêma Kurdistanê da ku xwedî hêz be.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser yekkirna Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê daxuyaniyek taybet da Rûdawê.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de got, “Amerîka piştgiriyê dide Herêma Kurdistanê da ku xwedî hêz û berxwedêr be.”
Her wiha hat diyarkirin ku Amerîka dê rola xwe ya wekî stûneke sereke ya di pêwendiyên berfireh ên Îraq û Amerîkayê de bidomîne.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bangî aliyan kir ku bi lez û bi awayekî avaker bixebitin.
Wan destnîşan kir ku divê li ser wan karan bixebitin ku dê derfeta bihêzkirina saziyên li nav Herêma Kurdistanê bide.
Yekkirina Hêzên Pêşmergeyan
Di çarçoveya bidawîanîna dabeşbûna Hêzên Pêşmergeyan a ku bi salan e didome de gaveke dîrokî hat avêtin.
Doh merasîmeke fermî hat lidarxistin.
Ev merasîm bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyan Nêçîrvan Barzanî hat lidarxistin.
Di merasîmê de hat ragihandin ku pêvajoya yekkirin û çaksaziyê ya Hêzên Pêşmergeyan a di bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan de bi dawî bûye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl û gelek berpirsên payebilind ên siyasî û leşkerî beşdarî merasîmê bûn.
Bi deh hezaran Pêşmerge bûn yek
Li gorî vê rêkxistina nû, bi deh hezaran Pêşmergeyên girêdayî Yekîneyên 70 û 80yê tevlî çarçoveyeke leşkerî ya neteweyî û yekgirtî bûn.
Ew dê êdî rasterast di bin fermandariya Wezareta Pêşmergeyan de xizmetê bikin.
Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl beşdarî bernameya “Li gel Renc” a Renc Sengawî bû û daxuyanî dan.
Şoreş Îsmaîl got ku Hêzên Pêşmergeyan dê êdî bibin hêzeke yekgirtî.
Wî da zanîn ku dê pêwendiyên partîtiyê êdî di nav hêzan de nemînin.
Îsmaîl temambûna pêvajoya yekkirinê wekî gaveke girîng pênase kir.
Wî destnîşan kir ku ev tenê destpêk e û dê gavên mezintir werin avêtin.


