
Bi sedan xwendekarên Kurd ligel malbatên xwe li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê daketin qadan û daxwaza naskirina zimanê kurdî wek zimanekî fermî û pejirandina perwerdeya temamî ya bi zimanê dayikê di sîstema perwerdeyê de kirin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Qamişlo da zanîn, xwepêşandan Îro 22ê Îlonê li Yarîgeha Şehîdên 12ê Adarê ya li Qamişloyê dest pê kir. Beşdaran bi dirûşma “Zimanê me, nasnameya me ye” nerazîbûna xwe li hember biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê nîşan da ku xwendina zimanê kurdî tenê bi sê waneyên hefteyî sînordar kiriye.
Dayika xwendekarekî di xwepêşandanê de hestên xwe anîn ziman û got: “Em îro ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî derketine kolanan. Ji mafê me ye ku zarokên me bi zimanê dayikê bixwînin. Me bi hezaran şehîd dane da ku em bigihin van mafên xwe. Zimanê me hebûna me ye.”
Dayikeke din jî tekez kir ku divê zimanê kurdî bikeve destûra nû ya welêt û got: “Eger hikûmeta Şamê perwerdeya bi zimanê me qebûl neke, em ê her tim li kolanan bin. Zarokên me heta gihane zanîngehê bi kurdî xwendine; ma dê çawa niha vegerin ser zimanê erebî? Ew êdî nikarin. Wek Kurd, li ba me ti cudahî di navbera Kurd û Ereban de nîne, em bi hev re bi aştî dijîn, lê mafê me ye ku zarokên me bi bixwînin.”
Xwendekarekê beşdarî xwepêşandanê jî got: “Em dixwazin zimanê me bibe zimanekî fermî. Piştî 11 salan ku em bi kurdî dixwînin, em nikarin rasterast derbasî xwendina bi temamî bi erebî bibin. Em ne li dijî zimanê erebî ne, lê daxwaza me ew e ku em bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.”
Ev nerazîna gel piştî daxuyaniya Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Ebdulrehman Turko tê, ku ragihandibû li gorî fermana neteweyî ya hejmar 13 a sala 2026an, zimanê kurdî bi fermî li dibistanên hikûmetê tê pejirandin.
Li gorî biryarên fermî yên hatine ragihandin, zimanê kurdî wek “zimanekî niştimanî” tê naskirin. Kurdî wek wane di çarçoveya bernameya xwendinê de heftane bi rêjeya 3 waneyan (ligel waneyeke çalakiyan) tê dayîn. Ev biryar li dibistanên deverên ku piraniya şêniyên wan Kurd in tê cîbicîkirin.
Ligel vê pêngava Şamê ya derbarê kurdî de, mamoste, xwendekar, rêxistinên sivîl û xelkê herêmê vê yekê kêm dibînin. Daxwaza sereke ya gel ew e ku sîstemeke perwerdeyê ya temamî bi zimanê kurdî ji bo hemû pirtûk û babetan (wek zanist, matematîk û hwd.) were pejirandin, ne ku kurdî tenê wek sê waneyên bijare bimîne.


