CivakFlaş

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Patrîyark Mar Polosê Sêyem Nona kir

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, serdana Katedrala Mar Yûsif a Kildanî li Enkawayê kir û ji aliyê cenabê Patrîyark Mar Polosê Sêyem Nona, Serokê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê, û hejmarek ji kesayetiyên olî yên mesîhî ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de, Serok Nêçîrvan Barzanî tevî xêrhatineke germ a ji bo Hewlêrê, kêfxweşiya xwe bi serdana cenabê Patrîyark a ji bo Herêma Kurdistanê anî ziman û pîrozbahiya destbikarkirinê lê kir. Her wiha hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû hevkarî û piştgiriya xwe ji bo wî û Dêra wan piştrast kir.

Cenabê wan tekez kir ku welatiyên mesîhî pêkhateyeke resen û giring a gelê Kurdistan û Iraqê ne û di dîrokê, îro û paşeroja welat de xwedî roleke diyar in. Her wiha piştrast kir ku Herêma Kurdistanê wek her dem dê wek dergûşa aramiya pêkvejiyana aştiyane, lêborînî û hevdû qebûlkirinê ji bo hemû pêkhateyên olî û neteweyî bimîne.

Ji aliyê xwe ve, cenabê Patrîyark spas û rûmetên xwe ji bo serdana Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Dêra wan anî ziman. Wî pesnê rola mirovî û dîrokî ya Herêma Kurdistanê kir di pêşwazîkirin û parastina mesîhî û pêkhateyên din de di dema êrîşên DAIŞê de. Her wiha keşûhewayê pêkvejiyana aştiyane ya Herêma Kurdistanê bilind nirxand.

Rewşa mesîhiyan li Iraq û herêmê mijareke din a hevdîtinê bû ku tê de hejmarek ji wezîr û berpirsên Herêma Kurdistanê amade bûn.

Back to top button