Ahmet Altan bersiv da: Kerembike eşkere bike Başbug

Di gotarek xwe de serfermandarê Tirkiye Îlker Başbûg gotibû: “Gelek behsa me tê kirin , bi tundî serme ve tên , eger ev yek berdewam bike ,emê jî hinek belgeyên di destê xwe de ji raya giştî re eşkere bikin.“ Îro rojnevan û nivîskarê rojnameya Tarafê Ahmet Altan bersiva serfermandarê Tirkiye Îlker Başbûg da û got: “ Di derbarê me de çi di destê Başbug de heye bila bîne meydanê û eşkere bike. Tiştek di dest wî de ispat bike ku me karek ne qanûnî kirî tuneye. Ew nikare tiştekî di derbarê me de belav bike yan jî bêje ji ber ku ev tevlî tiştek xirab, weşartî bê qanûnî nebûne.“
Altan di nivîsa xwe de dibêje: “ Ev tişta tu dibêjî ner raste, tu dixwazî me çavtirsandî bikî. Navan carê eşkere bêje. Rojnama yekem ku di derbarê planên înkilabên leşkerî de belgenameyan belav dike Taraf e. Emê vê yekê berdewam bikin, çikas belge bikevin destê mê de emê belav bikin, eger tiştek li himber me destê te de hebe kerem bike eşkere bike“

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: