
Rûniştina panelê ya Konferansa “Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala Duyemîn de” ku li Stenbolê hat lidarxistin, pêk hat. Forûma bi sernavê “Komara Kîjan, Pêşerojek Çawa?”, ji hêla Nuray Türkmen ve hat birêvebirin û axaftvan İrfan Çağatay, Ali Duran Topuz, Hüda Kaya, Levent Ayaşlıoğlu, û İhsan Elaçık bûn.
Konferansek bi navê “Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala Duyemîn de” li Stanbulê hate li darxistin. Di konferansê de panelên cuda de kesayetên siyasetmedar,rojnemevan û niviskar axivîn û di derbarê pêşerojê de dîtinin xwe gotin.
Di panelek bi navê “Kîjan Komar, Pêşerojek Çewe?” de cardin hinek siyasetmedaran axavtin kirin. Gelek balkêş bû ku, herkesekî bi awayekî behsa pêşeroja Dewleta Tirkî kir. Gotinên wek “Demokratik” “edalet” “wekhevî” “Jiyanek hevbeş” Her gotinek ku li guhê mirov ji bo jiyanek azad û wekhev xweş werê hate kirin. Lê di tevahiya konferansê de kesekî ji bo pirsa kurd, ji bo mafê kurdan yên rewa û kurtahî ji bo çarenûsê neteweyê Kurd li Tirkiye(bakurê Kurdistanê) tu axavtin nekir. Gotın ji devê kesekî derneket.
Gelek cara siyasetmedarên tirk,nivîskar,rojnemevan û herkesekî behsa siyaset û çareserkirina pirsgirêkan dike bi awayên cuda dîtinên xwe dibêjin. Nakokiyên mezin di navbera dîtinan de heye, gelek caran dema gotubêj germ dibin heqaretê li hev dikin. Yanî bi hemû awayî piraniya pirsgirêkan têne gotubêj kirin. Dîtin di bingehê îdeolojiyên cur bi cur de li hevdikevin. Lê dema behsa Pirsa Kurd tê kirin, herkes dûvê xwe diqurmiçîne û bi yek dengî bi hestên nijadperest vê pirsê dinirxînin. Yanî gelek vekirî hemahengiya bingehîn di pirasa Kurd de heye.
Mixabin bi navê Kurdan kesayetên di nava DEM/PKKê de siyasetê dikin pişgirê bingehîn yên vê hemahengiyê ne. Ew bi navê kurda ji sinorê ehlaqî dûr pirsa kurd bi dîtinek erzanî dikin qurbana kaşo”demokratikkirina”Tirkiye.” Di vê derê de pirs ewe ku, aliyên ji derveyê siyaseta PKK/DEMê li himber vê yekê dengê pêwîst dernaxin. Ne xwedî helwestek rasteqînî ne.
Ew kesên çepên Tirkên Kemalist ku bi dengê Kurdan îro di parlementoya Tirkiye de siyasetê dikin, dema ji bo wan pêwistbe li dijê kurdan helwesta werdigirin, peyama didin. Ev di rastiya xwe de ne gunehê wan e, ev guney stûyê wan de ye yên deng dayîn wan û ew birine parlementoya Tirkiye.
PKK/DEM ji bo helandina daxwazî û dîtinên kurda di nav civata Tirk de her hewldanê dikin. Vê hemiyê jî di bin navê “Demokratîze kirina Komara Tirkiye de” dikin.
Veca dema rewş ev be û siyasetmedarên kurd bê deng bimînin, ev dibe malxirabûna herî mezin.
Ji berî çend roja serokê Partiya Karker a Tirkiye Erkan Baş di daxûyaniyekî de got ku, “Em naxwazin kesek ku kurdî biaxive” yanî kesayetek kurd bibe berbijêrê serokkomariya Tirkiye. Li himber vê yekê Siyasetmedarê PKKê Ahmet Turk daxûyaniyek da û got: Min ev hêvî ji Erkan Baş nedikir. Li vêderê gerek mirov ji Turk bipirse: Başe te çi hêvî ji Erkan Baş dikir.? Heta ew kesên wek Erkan Baş ku îro hevserokên DEMê ne û rêveberiya DEMê de ne hun çi hêviyê ji wan dikin? Dema we bi tehdîta çekdarên PKKê bi zorê hewldida dengê kurda bidin van kesan we çi hêvî ji wan dikir?
Rastî ji van gotin û helwesta siyasetmedarên DEMê re gotinek tinê tê hey: Şerme…..
14.6.2026
Şirove / Nêrîn


