FlaşPolîtîk

Hevahengiya di navbera Pêşmergeyan û Artêşa Iraqê de bingeha sîstemeke nû ya ewlehiyê ye,

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwaziya şandeka serbazî ya Iraqa federal bi serokatiya Serdarê Artêşa Îraqê Ebdulemîr Yarelah kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serdarê Artêşa Îraqê di wê civînê de kurtiyek li ser armanca serdana xwe ji bo Herêma Kurdistanê pêşkêş kir, ku li ser raspardeya Serokwezîrê Federal e ji bo şopandina parastina ewlehî û tenahiyê û bi taybetî nehêştin û bidawîanîna gefên li ser kompaniyên petrolê û armanckirina wan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî ji aliyê xwe ve spasî û rêzên xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo şopandina Serokwezîrê Îraqê û dana piştrastiyê ji bo parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê pêşkêşkirin û piştgiriya xwe ya tam di vî warî de diyar kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa tekezî li ser “giringiya xurtkirina hevahengî û hevkariyên di navbera Pêşmergeyan û Artêşa Îraqê de ji bo rûbirûbûna gef û astengiyên ewlehî û serbazî kir.

Ev civîna bilind a li Hewlêrê nîşana pêngaveke kiryarkî ye ji bo bicihanîna daxwazên kompaniyên biyanî yên petrolê, daku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bê destpêkirin. Hevahengiya serbazî ya rasterast di navbera Pêşmergeyan û Artêşa Iraqê de bingeha sîstemeke nû ya ewlehiyê ye, ji bo rûbirûbûna êrîşên bi dron û mûşekan li ser jêrxaneya enerjiyê.

Back to top button