Wateya vexwendina Serok Berzanî û Midaxelaya Dewleta Tirk…

Dewleta Federal a Iraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê, di sala 2005-an de encama referanduma makezagonê ava bû. Hem beriya avabûna sîstema nû ya li Iraqê û hem jî piştî avabûna sîstemê, Dewleta Tirk û hikumeta AK Partiyê ji Dewleta Federe ya Kurdistanê, ji serok û desthilatdariya wê re dijminitî kirin.  Di dawiya sala 2007-an de encama lihevkirina Dewleta Tirk û Dewleta Yekgirtî ya Amerîkayê (DYA-yê) di helwesta Dewleta Tirk de, di çarçewa û merkeza berjewendiya Dewleta Tirk de ji bona pirsa PKKê guhertinek çê bû. Dewleta Tirk piştî 2007-an bi Dewleta Federe ya Kurdistanê re di sewiyeke gelek nizm de dest bi danûstandinê kir. Desthilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê jî, ji ev helwesta Dewleta Tirk re bersîveke erênî da. Ji bona ku danûstandina wan û Dewleta Tirk pêş bikeve siyaseteke “nerm” û “rasyonal” meşandin. Ew danûstandina Dewleta Tirk, di van rojên dawî de hat sewiyeke bilind.
Pêşiyê wezîrên Dewleta Tirk bi Herêma Federe ya Kurdistanê re danûstandin kirin. Pişt re kevneserokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Neçîrvan Berzanî seredaniya Tirkiyeyê kir. Neçîrvan Berzanî, bi serokwezîr û wezîrê karên derve û bi gelek berpirsiyarên din yên dewletê re danûstandin kir. Piştî ev danûstandinê vexwendina Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê kete rojevê.
Beriya vê demeke kurt jî wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Davudoğluyî, diyar kir ku serokê Herêma Federe ya Kurdistanê vexwendine Tirkiyeyê.
Di destpêkê de diyar bû ku ev vexwendina, serokwezîrê Tirkiyeyê ne û vexwendina wezîrê karên derve ye. Ji aliyê protokolê û danûstandinên navdewletî de ev vexwendina, vexwendineke bi problem bû. Ji bona vê jî, reya giştî ya kurd, siyasetvan û rewşenbîrên kurd ji bona metod û sewiya vexwendinê dest pirsan kirin. Hezar mixabin ev pirsan hîn heta îro jî nehatine bersîv kirin. Loma jî di vê vexwendinê de di destpêkê de kêmasiyeke dîplomatîk derket holê û hîn ev kêmasiya jî dom dike.
Serokkomarê Tirkiyeyê, beriya ku serokê Herêma Federe ya Kurdistanê bê Tirkiyeyê serokkomarê Iraqê Celal Telabaniyî jî vexwend Tirkiyeyê. Di vê vexwendinê de ji aliyê pêwendiyên nav du dewletan û dîplomatîk de pirsgirêkek tune ye.  Serokkomarê Tirkiyeyê mixatabê xwe yê li Iraqê vedixwîne.
Hîn ne diyar e ku kîngê serokê Herêma Federe ya Kurdistanê û serokkomarê Iraqa Federal dê bên Tirkiyeyê. Ji vê yekê girîngtir pirse ew e ku wateya vexwendina serokê Herêma Federe ya Kurdistanê çi ye? Gelo bi vexwendina serokê Herêma Federe ya Kurdistanê, Kurdistan fermî tê naskirin û an na? Armancên xuyayî û nexuyayî yên Tirkiyeyê çi ne? Ji aliyekî de Tirkiyeyê dixwaze pêwendiyên xwe ya Iraqa Federal û Herêma Federe ya Kurdistanê di sewiya serokkomar û serokê herêma federe de pêk bîne. Gelo midaxelaya wan di avakirina hikumetê de tê çi wateyê?
Mirov dikare pirsan zêdetir bike. Ez jî dixwazim li ser van pirsan rawestim.
                                                      *****
Wek tê zanîn, di sala 2003-an de DYA-yê û hevalbendên wê biryar dan ku rejîma baasî û seddamî hilweşînin, rejîmeke demokratîk, parlamenter, plûral li Iraqê ava bikin. Lewra tê zanîn ku rejîma baasî û seddamî li Iraqê hem li nav xwe û hem jî li Rojhilata Navîn ji bona gelan gelek xeter bû. Dewleta Tirk di destpêkê ji bona rejîma baasî û seddamî nayê hilweşandin, siyaseteke dijwar di ser kurdan re meşand û helwest diyar kir. Ji bona vê jî Meclîsa Tirk biryar da ku ji DYA-yê re nebe alîkar û di 1-ê Adara 2003-an de biryar da ku leşkerên DYA-yê di Tirkiyeyê re derbasî Iraqê nebin û li Kurdistanê bi cîh nebin.
Dewleta Tirk dixwest ku bi leşkerên xwe biçe wir û bi taybetî jî Herêma Kurdistanê bixin bin kontrola xwe.
Dewleta Tirk, ji bona ku li Başurê Kurdistanê sîstema federe ketibû nav jîyanê û demokrasiyek dihat jiyandin, piştî ku rejîma baasî û seddamî were rûxandin, sîstemeke federal dê li Iraqê ava bibe û Kurdistan jî dê bibe federe, li dijî midexalaya DYA-yê û hevalbendên wê bû.
Tirkiyeyê nikarî pêşiya rûxandin û têkçûna rejîma seddamî û baasî bigre. Wê demê hewil da ku li Iraqê rejîmeke federal û li Kurdistanê sîstemeke federe ava bibe. Ji bona vê jî di ser DYA-yê û Erebên nîjadperest re li Iraqê xebat meşand ku makezagoneke ku sîstema federal dipejirîne, nayê qebûl kirin. Dewleta tirk di vê siyaseta xwe de jî biserneket.
Referanduma 2005-an hem pirsa federal û hem jî pirsa Kerkûkê çareser kir. Di Makezagonê de hat pejirandin ku demografiya nûfusa Kerkûkê dê vegere beriya salên 1975-an û pişt re jî dê li Kerkûkê encama referandumê statuya Kerkûkê diyar bibe. Di hilbijartina 2005-an de jî, ji bona ku li Kerkûkê kurdan bi piranî deng girt, Tirkiyeyê hêviya xwe ji turkmenan birîn û gelek aşkere diyar kirin ku pirsa Kerkûkê ji bona wan sedema şer e. Loma jî dest bi dijminitiyeke gelek dijwar û xurt kirin. Rejîma federal li Iraqê û Li Kurdistanê rewa nedîtin. Desthilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê, serokên Kurdistanê û bi taybetî jî Mesud Berzanî û Celal Telabanî dijmin hesibandin û ji bona ku wan biçûk diyar bikin, her hewildanek kirin. Bi riya çapemeniyê qempanyeke gelek qirêj li dijî serokên Kurdistanê meşandin.
Lê Dewleta Tirk dît ku li Iraqê nikare di rewşê de guhertineke radîqal bike û sîstema federal paşve vegerine sîstemeke unîter: Wê demê bi erebên ku li dijî federalîzmê ne re danûstandinên xwe xurt kir. Piştî demekê siyaseteke osmaniya nû jî pejirand. Gorî vê siyasetê entegrekirina Herêma Federe ya Kurdistanê kir projeyekê.
Dewleta Tirk, gorî ev parametreyan û pîvanan bi Herêma Federe ya Kurdistanê re danûstandin dike. Bi vê siyasetê û bi taybetî jî bi riya aborî dixwaze ku Herêma Federe ya Kurdistanê bi xwe re girêbide û pêşiya referanduma Kerkûkê bigre.
Bi kurtî dikarin bibêjim ku di siyaseta Tirkiyeyê de ji bona berjewendiya wan ya dewletî û ji bona pirsa neteweyî ya kurd li Tirkiyeyê, di çarçeweya siyaseta dewletê  de bê meşandin, nermbûnek heye. Lê di siyaseta wan ya kolonyalîst ya klasîk de guhertineke bingehî tune ye.
Vexwendina serokê Herêma Federe ya Kurdistanê raste rast nayê wê wateyê ku Dewleta Tirk fermî Herêma Federe ya Kurdistanê dipejirîne. Divê desthilatdar, berpirsiyar û serokên Herêma Federe ya Kurdistanê vê rastiyê bibînin, gorî berjewendiya xwe ya milî ya teng li Başurê Kurdistanê û berjewendiya milî ya fireh li tevayî Kurdistanê, pêwendiyên xwe yên Dewleta Tirk realîze bikin. Her demê li hemberı siyaseta Dewleta Tirk şiyar bin û hesabên Dewleta Tirk ya qirêj bidin ber çav.
                                                    *****
Helwesta Dewleta Tirk ya di derbarê hikumetavakirinê de li Iraqê jî, armanca Dewleta Tirk ya kolonyalîst derdixe holê. Her çiqas avakirina hikumeta Iraqa Federal Dewleta Tirk raste rast eleqedar jî nake, ew raste rast midaxaleya pirsê dike. Ji bona vê wezîrê derve yê Îraqa Federal Hişyar Zêbarî di derheqê ava kirina hukumeta federal a Baxdayê da ragîhand û got “sedemê ku hukumeta Baxdayê ava nabe midaxelaya welatên cîran Îran û Tirkiyeyê ye. Suriye, Îran û Tirkiye ji bo ev hukumet ava nebe her yek bi awayekî xwe midaxale dike. Li welatên cîran fikar heye ku ê Îraq îstîqrarê bi dest nexe. Ji bo pêşeroja Îraqê reqabeteke mezin di navbera welatên cîran de heye û ev reqabet jî pirtir di navbera Îran û Tirkiyeyê de ye. Her du welat jî bawer dikin ku berjewendiyên wan li Îraqê hene. Di hilbijartinan de Ayad Allawî bi ferqeke biçûk namzedê şîeyan Malîkî li paş xwe hişt. Ji ber ku Malîkî nêzî Îranê ye DYA wî naxwaze. DYA û Tirkiye li hemberî Malîkî piştgirî didin Allawî.” (Net-KURD)
Daxuyaniya Allawî ya di derbarê şerê hundir de jî, midaxaleya Dewleta Tirk û Îranê gelek aşkere derdixe holê. Allawî dibêje ku “heger li Iraqa Fedel Hikumet ava nebe, şerê hundir dê dijwar bibe.” Qesta wî jî ew e ku divê hikumet ji aliyê wî ve bê ava kirin. Ev yek di heman dem de daxwaza Tirkiyeyê jî. Dema ku Allawî hikumetê ava neke, ewê şere hundir gur bike û Tirkiye jî dê jê re piştgir be.

Ibrahim Guçlu
Amed, 17. 05. 2010

 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: