Kultur

Şeyhmus Dagtekin êdî bi zimanê xwe ye…

“çaryek esman bi şûn de”

Şeyhmus Dagtekin êdî bi zimanê xwe ye…

Kitêba bi navê “Au fond de ma barque” (Di binê keştiya min de), Le dé bleu, Paris, 2008, ji aliyê Sacha Ilitch ve hat wergerandin, bi navê “Çaryek esman bi şûn de” di nav weşanên Avestayê de derket.

Şeyhmus Dagtekin di axaftinek xwe de wiha dibêje: “Xewnan dîtin têr nake, dibê mirov bike“ ji min re digot bavê min. Ez rabûm û min dest pê kir. Min gotinek kir devê xwe ku bikaribe bigihê dilê kesek din, ku bikaribe dilê min vebike di nav devê kesek din de.”
Kitêbên Şeyhmus Dagtekin ên din jî ji bo kurdî tên amadekirin.

Şeyhmus Dagtekin – Di 1964an de li Harûn, gundek kurd li herêma Semsûrê hatiye dinyayê. Piştî xwendina xwe ya odio-vuzuelê, li Enqerê, ew di 1987an de diçe Parîsê û lê dijî. Li vir jî xwendina xwe di warê sînemayê de didomîne û di dû re xwe bi temamî dide zimanê fransizî. Dagtekin bi fransizî, kurdi û tirkî dinivîse. Piraniya kitêbên wî li ba Castor Astral hatine weşandin.
Berhemên wî :
– Artères-solaires (Rehjeyên-tavê), helbest, l’Harmattan, 1997.
– Les Chemins du nocturne (Şeverê), helbest, Le Castor Astral, 2000 (Prix international de la poésie francophone Ivan-Goll – Xelata navneteweyî ya helbesta fransizîaxêfan ya Ivan-Goll-).
– Le Verbe temps (lêker- dem), helbest, Le Castor Astral, 2001.
– Couleurs démêlées du ciel (Rengên verisiyên esmên), helbeset, Le Castor Astral, 2003.
– À la source la nuit (Li çavkaniyê, şev), roman, Robert Laffont, 2004 (mention spéciale du Prix des Cinq Continents de la Francophonie -dikara tabetî ya Xelata Pênc Qitayên Fransizîaxêfînê-).
– La langue mordue (Zimanê gezkirî), helbest, Le CastorAstral, 2005.
– Juste un pont sans feu (Tenê pirek bê agir), helbest, Le Castor Astral, 2007 (Prix Mallarmé 2007 – Xelata Mallarmé 2007-, Prix Théophile Gautier 2008 de l’Académie française – Xelata Théophile Gautier 2008 ya Akademiya fransizî-).
Çaryek esman bi şûn de
Şeyhmus Dagtekin
Wergera ji fransî: Sacha Ilitch
ISBN: 978-605-5585-30-3
19.5×12, 96 rûpel, 10 TL
www.avestakitap.com

Back to top button