FlaşPolîtîk

HSD û ”Rêveberiya Xweser” di vê hefteyê de bi fermî tên helandin

Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê li Devera rojhilatî Semîr Oso da zanîn ku HSD û ”Rêveberiya Xweser” di vê hefteyê de bi fermî tên helandin.

Semîr Oso di hevdîtineke rojnamevanî de got ku nabe 2 rêveberî di hundirê dewletekê de heibin û hikûmet dê karûbarên hemû deverên Sûriyê bi rê ve bibe.

Oso da zanîn ku di qonaxa nû de rola HSD û ”Rêveberiya Xweser” bi dawî bû yan hate guhertin.

Li gorî, Semîr Oso helandina HSDê û ”Rêveberiya Xweser” di vê hefteyê de tê ragihandin û qonaxeke nû li Sûriyê dest pê dike.

Daxuyaniyên Oso tên, piştî civîna serokê Sûriyê Ehmed Şeri´ û fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî li Şamê ku tê de bicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê gotûbêj kir.

Back to top button