
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Iraqê Yehya Resûl di daxuyaniyekê de diyar kir: “Piştî îro, 30ê Îlona 2026an, ti endam û leşkerekî hêzên Hevpeymaniyê li nav xaka Iraqê de namînin. Pêvajoya vekişîna wan a temamî berhema hewlên berdewam û mezin ên hikûmet û artêşa Iraqê ye.”
Yehya Resûl aşkere kir, hemû firokeyên Hevpeymaniyê ji baregeha leşkerî ya “Vîktorya” ya li Firokxaneya Bexdayê vekişiyane û niha artêşa Iraqê vê baregehê ji bo parastina serweriya ax û asmanê welêt bikar tîne.
Yehya Resûl herwiha da zanîn, hemû xetên sînorî bi teknolojî û amûrên herî nûjen hatine bihêzkirin û got ku êdî firokeyên Hêza Asmanî ya Iraqê bi serbixweyî serperiştî û pêkanîna operasyonên asmanî yên li dijî paşmayên terorê digirin ser milê xwe.
Di beşeke din a axaftina xwe de, Berdevkê Wezareta Berevaniyê bal kişand ser pêşketina berbiçav a dezgehên hewalgiriyê yên Iraqê di rûbirûbûna teror û gendeliyê de û amaje bi kuştina serokê berê yê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî jî li ser bingeha agahiyên hûr û kûr ên îstîxbarata Iraqê pêk hatibû.
Yehya Resûl tekez kir ku di vê qonaxa nû de temamiya dosyaya ewlehiyê di bin kontrola hêzên niştimanî yên Iraqê de ye, serweriya qanûnê li ser her kesî tê sepandin û “kes li ser qanûnê re nîne.”


