
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li Lord Michael Ashcroft, Serokê fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrat (IDU) û siyasetmedar û kesayetiyê diyar ê Brîtanî kir.
Di hevdîtinê de, rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe bi serdana birêz Ashcroft bo Herêma Kurdistanê anî ziman û rol û pêgeha diyar a Lord Ashcroft di qada siyasî û aborî û piştevaniya ji prensîbên demokrasiyê de bilind nirxand.
Ji aliyê xwe ve, Lord Ashcroft kêfxweşiya xwe bi hevdîtinê û serdana Herêma Kurdistanê anî ziman û pesnê asta ewlehî, avadankirin û geşesendina Herêma Kurdistanê da.


