
Li Rojhilata Navîn hawîrdora pevçûnên germ her roj germtir dibe. Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgirîya wan dike ragihand ku wan parzûngeha şîrketa petrolê ya neteweyî ya Erebistana Siûdî Aramco ya li herêma Cîzanê bi balafireke bêfirokevan kirin armanc.
Li gorî agahiyên ku ji El Cezîreyê hatin girtin, berdevkê Hûsiyan got, “Me bi balafireke bêmirov parzûngeha Aramco kir hedef û êrîş rast bû.”
Hûsiyên ku Îran piştgirîya wan dike di 20ê Tîrmehê de ragihandibûn ku wan tetbîqatek ku wan wekî “qedexeya keştiya deryayî” binav dikin, dane destpêkirin, bi îdiaya ku Erebistana Siûdî dorpêçê li ser herêmên di bin kontrola xwe de li Yemenê ferz dike
Hûsiyan îdia kirin ku wan êvara 22ê Tîrmehê li Behra Sor 2 tankerên petrolê yên Erebistana Siûdî bi fuzeyên balîstîk û balafirên bêmirov kirine hedef û di encama êrîşan de agir bi keştiyan ketiye.
Hûsiyên ku Îran piştgirîya wan dike, ji Îlona 2014’an vir ve paytexta Yemenê Sana û hinek bajar û parêzgehên wî welatî kontrol kirine.


