FlaşPolîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê Pêşwaziya Parlamenterekî Almanî kir

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li Serdar Yuksel, Endamê Parlamentoya Almanyayê kir.

Di hevdîtinê de, tevî bi xêranînê, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniyên berdewam ên hikûmet û Parlamentoya Almanyayê bo Herêma Kurdistanê kir di demên dijwar de, bi taybetî di şerê li dijî terorê de, herwiha spasiyeke taybet a birêz Yuksel kir bo wê rola ku di hemû waran de bo piştgiriya Herêma Kurdistanê lîstiye û vê rola wî bilind û girîng nirxand.

Ji aliyê xwe ve birêz Yuksel kêfxweşiya xwe bi hevdîtina Serok Nêçîrvan Barzanî û wê pêşwaziya germ a ku lê hatiye kirin derbirî, herwiha rolê bi bandor ê Serokê Herêma Kurdistanê li navxwe û derveyî Herêma Kurdistanê, bi mebesta parastina pêgeha Herêma Kurdistanê û aştî û aştevanî û parastina aramiya navçeyê, bilind nirxand.

Back to top button